​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan

Şêniyên bajarê Qamişlo yê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan
30 nîsan, 2021   14:21
QAMIŞLO

Bertekên gel ên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişan meşek li dar xist.

Şêniyan bi hildana wêneyên rêber Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star û pankartên "Bi rihê berxwedana Metîna û Zapê em 1'ê Gulanê pîroz dikin" ji çerxerêya Xelîc dest bi meşê kir. Di meşê ku li kolanên bajar geriya de, diruşmeyên piştevaniya pêngava "Bazên Zagrosê" hatin berzkirin.

Meş li rawestgeha taxa Kornîş bi dawî bû û mîtîngeke hate lidarxistin.

Endamê Meclisa Gel a bajarê Qamişloyê Mihdî Egîd daxuyanî xwend û got: "Em êrişên faşîzmeya dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, bi taybet êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê (Avaşîn, Zap û Metînayê) şermezar dikin. Di van êrişan de hemû cûre çekên giran û çekên kîmyewî yên di asta navneteweyî de qedexekirî ne û bi deh hezaran çete bi kar tîne. Ev êriş bi desteka NATO, PDK û rejîma Iraqê têne kirin.

Destwerdanên Tirkiyê di kar û barên welatên din û gûrkirina aloziyan timaya wê û zihniyeta wê ya faşîst nîşan dide. Planên osmaniya nû ku dewleta Tirk pêk tîne, siyasetên mêtîngerî û dagirkeriyê ne ku gefan li gelên herêmê dixwe."

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

ANHA