Di êrişa "Dîfaa El-Wetenî" de sivîlekî din birîndar bû

Di êrişa "Dîfaa El-Wetenî" ya vê êvarî de sivîlê bi navê Hisên Hisên birîndar bû.

Di êrişa "Dîfaa El-Wetenî" de sivîlekî din birîndar bû
22 nîsan, 2021   15:26
QAMIŞLO

"Dîfaa El-Wetenî" yên girêdayî hikumeta Şamê li çerxerêya El-Wehda  sivîlê bi navê Hisên Hisên birîndar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Hisên ê ku di sînga xwe de birîndar bû rakirin nexweşxaneyan.

Di êrişên îro yên "Dîfaa El-Wetenî" de du sivîlên din; Ehmed El-Ruslî (30) û Ehmed Xirqî (33) di lingê xwe de birîndar bûn. Ehmed El-Ruslî li nexwexşaneya Ferman û Ehmed Xirqî li nexweşxaneya Rehma tên dermankirin.

ANHA