Keştiya Îsraîlê hate hedefgirtin û Îran hat tawanbarkirin

Dezgehên çapemeniyê îro ragihand ku li deryaya Ereb keştiya şîrketeke Îsraîlê hate hedefgirtin û rayedarên Îsraîlê, Îranê tawanbar dike.

Keştiya Îsraîlê hate hedefgirtin û Îran hat tawanbarkirin
13 nîsan, 2021   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Reutersê ragihand ku di encama êrişeke li deryaya Ereb de keştiya "Hyperion Ray" a bazirganiyê ya şîrketeke Îsraîlê hate armanckirin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê jî eşkere kir ku piştî êrişa li dijî avahiya Nantaz a li Îranê wan hesabê bersiveke îranî kirine.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê li ser zimanê rayedarên xwe ragihand ku Îran li pey armanckirina keştiyê ye.

Ev yek piştî du rojan ji operasyona"Xerabkirinê" ya ku avahiya Nantaz a çêkirina Uranyum`ê pêk hat û Îranê da zanîn ku Îsralê berpirsa vê êrişê ye.

(eh)