Washingtonê li ser moşekên S-400 ên rûsî hişyarî da Enqereyê

Washingtonê der barê hiştina Enqereyê ya moşekên S-400 ên rûsî de hişyarî da û têkildarî vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê ya girêdayî mafên jinan de fikarên xwe nîşan dan.

Washingtonê li ser moşekên S-400 ên rûsî hişyarî da Enqereyê
24 adar, 2021   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Redutersê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê got wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bi rêya civînekê bi hempîşeyê xwe yê tirkî Mevlûd Çavûşoglu re hişyarî da Enqereyê ku pergala parastinê ya rûsî S-400’î li gel xwe nehêle.

Anthony Blinken girêdayî vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê ya têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya malbatî fikarên xwe anîn ziman.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser berjewendiyên hevbeş ên li Sûriyê û Efganistanê nîqaş kirin, dan û standinên lêgerînê yên di navbera dewleta Tirk û Yewnansitanê de, demokrasî û mafên mirovan jî hatin kirin.

(fr)