TJK-E: Bi geşkirina berxwedanê bersivê bidin êrişên rejîma faşîst

TJK-E'yê Newroz pîroz kir û diyar kir ku dagirkeriyê pêleke nû ya êrişan li ser rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd daye destpêkirin û got; “Jinên Kurd û gelê Kurd bi geşkirina berxwedanê bersivê bidin êrîşên rejîma faşîst a Tirk.”

TJK-E: Bi geşkirina berxwedanê bersivê bidin êrişên rejîma faşîst
19 adar, 2021   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd a Ewrpayê (TJK-E) destnîşan kir Newroza 2021'an bi pêvajoyeke wiha ku geşedanên dîrokî rû didin û her tişt zelaltir dibe pêşwazî dikin.

TJK-E'yê bal kişande ser pêla nû ya êrîşê ya dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, HDP'ê û got, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku dawiya xwe dibîne zêdetir êrîşkar bûye. Di sala nû de bi êrîşa ser Garê xwestiye ku xwe ji çiraxê derxîne lê li bara berxwedana bêhempa ya gerîla şikestineke mezin xwariye.

TJK-E'yê got, ''Di rewşeke wiha de ku gelê Kurd û jin xwe ji Newrozê re, ku mizgîniya biharê dide, hazir dikin dewleta faşîst a Tirk li dijî Rêber Apo û gelê Kurd pêleke nû ya êrîşê daye destpêkirin'' û diyar kir ku wan êrîşa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tecrîda giran li ser heye ku pê qirkirina Kurdan dikine hedef qebûl nekirin û wê qebûl nekin, jinên Kurd û gelê Kurd bi geşkirina berxwedanê bersivê bidin êrîşên rejîma faşîst a Tirk. TJK-E'yê got, ''Weke duh, îro jî li dora Rêber Apo em ê kom bibin.''

(cx)