TEV-DEM: Newroza îsal dê bibe bingeha azadiya rêber Ocalan

TEV-DEM’ê Newroza hemû gelê Kurdistanê û gelên Mezopotamyayê pîroz kir û got: "Em ê Newroza îsal bikin bingeha azadiya Rêber Apo, rizgarkirina herêmên dagirkirî."

TEV-DEM: Newroza îsal dê bibe bingeha azadiya rêber Ocalan
19 adar, 2021   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya pîrozkirina Newrozê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de wiha hate gotin:

"Em bi rihê berxwedana Garê, Newroza îsal li tevahî gelê me yê Kurdistanê, gelên Mezopotamayayê, hemû pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdan doza azadiyê û hemû şervanên li eniyên rûmetê YPJ, YPG û QSD’ê pîroz dikin.

Newroz di cewherê xwe de mîrasa rasteqîn a vîna yekîtiya gelên berxwedêr û têkoşer li dijî zulm, dîktatorî, dehaqên serdemê yên xwedî zihniyeta qirker, înkarkirina çandan û nirxên exlaqî yên civakan e.

Agirê pîroz ê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, nîşaneya serkeftin, bidawîkirina dîktatorî, koletî û destpêkirina jiyana nû û jiyana azad bû.

Dîrok û mîrasa Newrozê dirêj e, kevntirîn û buhatirîn cejnên neteweyî ye ku xizmeta civakê û vîna gel kiriye, bû çandeke pîroz a hemû pêkahteyên Mezopotamayê û heta roja îro jî berdewam dike.

Gelê Kurd ê berxwedêr bi saya qurbaniyên ku li dijî dagirker û zordestan dane, bi salan e ji çiyayan heta girîtgehan, ji bajaran heta qadên tevahî Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê newrozê pîrz dikin.

Bi rihê Newroza 2021’an û bi rasthatina hemelya Dem Dema Azadiyê ye, em ê Newroza Îsal bikin bingeha azadiya rêber Apo, azadî û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dîtir ên Sûriyê.

Em wekî TEV-DEM’ê bi gelê xwe û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bawer in ku dê bi çoşeke û serkeftina Garê ya lehengane tevlî pîrozbahiyên Newroza Îsal bibin.

Bijî meşeleya Newrozê, sembola berxwedan û azadiyê."

(fr)

ANHA