'Minbic li ser asta Sûriyê di pêkanîna projeya biratiya gelan de pêşengtî kir'

Bi boneya salvegera 4'emîn ya damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a  Minbic û gundewarê wê Mîhrîcana Sêyemîn a Werzîşê hat li darxistin.  Di mîhrîcanê de hate gotin ku şêniyên Minbic rolek mezin di pêkanîna projeya biratiya gelan de lîstiye, her wiha bang li şêniyan hate kirin ku yekitiya xwe xurt bikin.

'Minbic li ser asta Sûriyê di pêkanîna projeya biratiya gelan de pêşengtî kir'
'Minbic li ser asta Sûriyê di pêkanîna projeya biratiya gelan de pêşengtî kir'
'Minbic li ser asta Sûriyê di pêkanîna projeya biratiya gelan de pêşengtî kir'
'Minbic li ser asta Sûriyê di pêkanîna projeya biratiya gelan de pêşengtî kir'
'Minbic li ser asta Sûriyê di pêkanîna projeya biratiya gelan de pêşengtî kir'
'Minbic li ser asta Sûriyê di pêkanîna projeya biratiya gelan de pêşengtî kir'
12 adar, 2021   15:51
MINBIC

Bi boneya salvegera 4'emîn a damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê , îro bi dirûşmeya "Werzîş nîşaneya pêşketina gelan e" Mîhrîcana Werzîşê ya Sêyemîn li Stada Beldî ya naverasta bajêr lidarxistin.

Mîhrîcanbi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre hevserokê Yekitiya Werzîşê Nasir El-Elî axivî û got: "Em îro bi saya şehîdan li ser vê axê dijîn, em şêniyên Minbicê bi tevahî pêkhateyên wê slav dikin."

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, hevseroka Meclisa Rêvebir Nezîfe Xelo salvegera 4'emîn ya damezrandina rêveberiyê li şêniyên Minbic û hêzên leşkerî, pîroz kir.

Nezîfe wiha axaftina xwe dom kir: "Rêveberiya Sivîl a Minbic bi derfetên heyî xizmeta bajêr û şêniyên wê kir. Her wiha rê li pêşiya tevahî pêkhateyên bajêr ji Ereb, Kurd, Çerkes û Turkiman ve vekir ku tevlî karê rêveberiyê bibin.

Ji aliyekî din ve, hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Farûq El-Maşî diyar kir ku rolek mezin a gelê Minbicê di pêkanîna projeya biratiya gelan û jiyana hevpar de heye.

'DIVÊ GEL JI BO PARASTINA MINBICÊ YEK  BIN'

Her wiha serokê Partiya Sûriya Pêşeroj Îbrahîm El-Qaftan got: "Em tevahî gelê Sûriya pêşeroj slav dikin, divê em weke gelê Sûriyê mil bi mil ji  bo parastina Minbic bixebitin."

Qaftan got: "Tevahî hêzên navneteweyî û herêmî, di serî de dewleta Tirk xwestin aloziya Sûriyê geş bikin."

Piştre Berdevkê Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Minbic Şervan Derwîş got: "Tu carî me bangewaziya şer nedikir, em her tim banga aştî û azadiyê dikin, em dîsa soza parastina pêkhateyên herêmê nû dikin."

Tê payîn ku mîhrîcan bi pêşandanên "Taykwendo" ji aliyê Yekitiya Werzîşê ya Minbicê û pêşbirkên bazdanê dê bidome.

(dx)

ANHA