Şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî serdana kampa Waşûkanî kir

Efserekî ji Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Arn got ew ji bo piştgiriya kampa Waşûkanî û kampên din, li herêmê ne û wiha domand: “Gelek girîng e ku em bizanin ku DYA û civaka navneteweyî koçberên Weşûkanî û kampên din ji bîr nakin.”

Şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî serdana kampa Waşûkanî kir
9 adar, 2021   13:47
 HESEKÊ

Îro şandeyek ji Karûbarên Sivîl a Hêzên Koalîsyona Navneteweyî tevî şandeyek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) serdana Kampa Waşûkanî kir da ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bike û pêdiviyên wan pêk bîne.

/kr/uploads/files/2021/03/09/135226_-large.webp

Şande ji efser Arn û Peter ên girêdayî tîma Karûbarên Sivîl a Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Hesekê ji hêla hevserokatiya kampê Stêra Reşik û Ebdulhemîd Hemûd, Hevserokê Meclisa Kampê Elai Cemîl El-Elî û Endama Rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampê Şemse Semo ve, hat pêşwazîkirin.

/kr/uploads/files/2021/03/09/135204_-large.webp

Di civîna şandeyê û rêveberiya kampê de, Endama Rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şemse Semo astengiyên ku rastî wan tên bi taybet ji bo parastina koçberan bi bîr xistin.

Şemse destnîşan kir ku ji ber ku kamp li nêzî navçeya Til Temirê ango nêzî eniyên şer e, metirsîdar in bi taybet ku dîwar li dora kampê tune ye, ku hinek kesên biyanî bi şev bi awayekî ne qanûnî derbasî kampê bibin.

Şemse diyar kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî pêdiviyên pêwîst ji bo parastina kampê mîna kamîreyên bi şev, ronîkirin û jeneratoran pêşkêş bikin.

Hevserokê Meclisa Kampê Elai Cemîl El-Elî jî, behsa zêdebûna hejmara koçberan û biçûkbûna qada dibistanan di nav kampê de kir û daxwaza firehkirina rûbera kampê, avakirina dibistanan û nexweşxaneyan di nava kampê de, kir.

Piştî bidawîbûna civînê şandeya Koalîsyona Navneteweyî alîkariya ku ji 600 betaniyan pêk dihat pêşkêş kampê kir.

efser Arn di dauxyaniyieke bi raya giştî re, got ew ji bo destekdayîna kampa Weşûkanî li herêmê ne û wiha domand: "Em hêvî dikin ku hebûna me li vir sûdê bide kampê û koçberên wê û ji bo kampên dinî bibe pêngavek."

Arn spasiya rêveberiya kampê û beşdaran kir û got: “Em dixwazin fikrê ku dibêje tenê artêşa DYA`ê li vir e ji bo piştgirîdayîna kampan li vir e biguherin, ji ber ku Rêveberiya Xweser jî destekê dide van kampan. Ya girîng ew e ku em bizanin ku DYA û civaka navneteweyî koçberên kampa Weşûkanî û kampên din ji bîr nakin.”

Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Meclisa Kampê Elai Cemîl El-Elî, ragihand ku wan di civîna bi şandeya karûbarên sivîl a Koalîsyona Navneteweyî de gelek mijarên girêdayî aliyên mirovî, xizmetguzarî û tenduristî di serî de jî rizgarkirina herêman ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîqaş kirine.

El-Elî diyar kir ku şande dê pêdiviyên pêwîst ên kampê li gorî derfetan di çend rojên bê de pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA