Arev Kasabyan: Em hewl didin çanda xwe zindî bihêlin

Arev Kasabyan destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava re hemû gelan rastiya xwe dît û derfet dît ku dîroka xwe lêkolîn bikin û got "Komkujiya ku di sala 1915'an de hatiye pêkanîn, ne tenê ji bo tunekirina fîzîkî ya Ermenan bû, lê ji bo tunekirina çand û ziman bû jî. Heman siyast heta îro jî berdewam e."

Arev Kasabyan: Em hewl didin çanda xwe zindî bihêlin
9 adar, 2021   04:11
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Şoreşa Rojava îlham da gelên bindest ku heta niha li ber xwe didin. Yek ji van gelan jî gelê Ermen e ku bi salan rastî êrişên Osmaniyan hat û niha jî bloka wê ya faşîst AKP-MHP'ê berdewam dike. Di nava Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek pêkhate xwe bi nasnameyên xwe yên nîştimanî îfade dikin.

Gelê Ermen bi hêza ku ji şoreşa Rojava girtiye, birêxistinbûna xwe xurt dike. di 24’ê Nîsana 2019’an de, di salvegera 104’an a Komkujiya Ermenan de Tabûra xwe ya Nûbar Ozanyan îlan kir. Meclisa Civakî ya Ermenan bi avakirina tabûrê re dest bi çalakirina xebatên xwe kir, bi taybet ji bo ku komkujiya ku li ser gelê Ermen di sala 1915'an de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatine pêkanîn, bike bîrdarî, her wiha nasname û çanda xwe ku di serdema hikumeta Baasê de rastî zextê hatibûn, vejîne,  dest bi çalakirina xebatê kir.

Endama Meclisa Ermenan Arev Kasabyan xebatên Meclisa Civakî ya Ermenan ji ANHA'yê re nirxandin û diyar kir ku beriya komkujiya ku dewleta Osmanî di sala 1915'an de pêk bîne, malbata wî li Rihayê dijiya.

Arev Kasabyan têkildarî komkujiyê sala 1915'an ev agahî dan: "Beriya sala 1915'an malbata me li Rihayê dijiya. Piştî komkujiya li dijî gelê Ermen, piraniya malbata min sirgûnî Sûriyê hate kirin. Ev komkujî ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hate kirin. Di vê komkujiyê de nêzî 1,5 milyon mirov hatin qetilkirin, nêzî 700 hezar mirov winda bûn û aqûbeta wan ne diyar e.”

‘HEWL DAN DÎROK Û ÇANDA ME TUNE BIKIN’

Arev Kasabyan der barê xebatên Meclisa Civakî ya Ermenan de ev agahî dan: "Bi rêya vê meclisê em dîrok û çanda Ermenan lêkolîn dikin û diparêzin. Piştî komkujiya sala 1915'an gelê Ermen ji hev hat parçekirin û guhertin, bi taybet di aliyê olî û çandî de. Ji bilî van hemû rûdanan, hewl dan dîroka gelê Ermen tune bikin û gelê me yê li vê xakê dijî bi jibîrkirina dîrok û çanda xwe re rû bi rû bikin. Bi rêya meclisa xwe derfeta me heye ku em dîrok û çanda xwe ji nêz ve lêkolîn bikin û fêr bibin. Di encama van nirxandinan de em çanda xwe vediguhêzin nifşên piştî xwe."

Arev Kasabyan diyar kir ku bêyî ku wek dijmin li gelên di komkujiyê de cih girtiye binihêrin, sedemên ku rê li ber pêkanîna wê komkujiyê vekirin, lêkollîn dikin û got: "Agahiyên şaş ên têkildarî komkujiyan ji aliyê meclisa me ve bi awayekî zelaltir tên lêkolînkirin. Di vî warî de ji bo ku hemû gel di bin banê meclisê de wekhev û bi biratî bijîn, em xebatên xwe didomînin. Em bang li hemû gelan jî dikin ku dîroka xwe lêkolîn bikin. Ji sala 1915’an ve hemû dewlet bi hewldana şikandina gelên herêmê re siyaseta xwe ya qirêjî dimeşînin."

'ME BI ŞOREŞA ROJAVA RE RASTIYA XWE NAS KIR'

Endama Meclisa Civakî ya Ermenan Arev Kasabyan wiha axivî: "Bi şoreşa Rojava re hemû gelan derfet dît ku dîroka xwe bi rastiyên xwe re lêkolîn bike. Di avakirina Rêveberiya Xweser de hemû gelan derfet dît ku di nava Rêveberiya Xweser de bi rehetî xwe îfade bikin. Parastina wê, mezinkirina vê bihevrebûnê girêdayî me ye. Ev karê meclisê dê hinekî jî xizmeta vê yekê bike."

Arev Kasabyan diyar kir ku piştî şoreşa Rojava hemû gel û bawerî bi awayekî azad di nava Rêveberiya Xweser de xwe temsîl dikin û wiha pê de çû: "Di wê serdemê de gelê Ermen di vî warî de gelekî qels bû û xwe di nava Suryanan de bi rêxistin kir. Divê hemû gel bi rastiya xwe, xwe bi rêxistin bikin. Di vî warî de hewldanên Rêveberiya Xweser hene. Weke meclis em li ser nifûsa Ermenên li herêmê lêkolînan dikin. Di heman demê de em perwerdeya bi zimanê ermenî, zimanê wan ê dayikê didin û em xebatên xwe yên çandî li meclisê didomînin. Em têkiliyên xwe yên bi hemû gelên din û pêşiyên eşîran re dewam dikin."

‘DIVÊ 24’Ê NÎSANÊ BIBE BETLANEYA FERMÎ’

Kasabyan got xebatên Meclisa Civakî ya Ermenan ên dîplomasiyê berdewam dikin û wiha rave kir: “Em xebatên xwe yên dîplomasiyê û têkiliyên xwe ne tenê li Sûriyê, li Ewropa û deverên din ên cîhanê jî têkildarî Komkujiya Ermenan û aşkerakirina berpirsan didomînin. Wek mînak li Fransayê salvegera Komkujiya Ermenan a 24'ê Nîsanê wek rojeke taybet hat dîtin. Ji bo ku ev xebat li hemû welatan were kirin, em ê xebatên xwe bidomînin.”

Arev Kasabyan got gelê Ermen hê jî tirs û xofa 106 sal berê ji ser xwe neavêtiye û wiha dewam kir: “Gelên li Sûriyê dijîn hê jî bi vê tirsê dijîn û xwe di vî warî de zêde aşkera nakin. Tirsên wan û pergalên zordest ên ku dewletan li ser wan ferz kirine, heta destpêka şoreşa Rojava li Sûriyê dewam kir. Dema ku me serdana malan kir, ji bo ku hejmara Ermenan diyar bikin, yên ku ditirsiyan navê xwe bidin me hebûn. Sedema wê jî ew bû ku navên Ermenan di dema Osmaniyan de hatine tomarkirin û piştre jî hatine qirkirin. Hê jî ji ber heman tiştî bi fikar in. Em teqez dikin ku bi civîn û xebatên me yên meclisê re van tirsan derbas bikin."

Kasabyan destnîşan kir ku di dema xebatên xwe de rastî gelek malbatan tên ku ji hev hatine qutkirin û wiha axivî: “Em rastî gelek mînakên cuda tên; mesela zarokên du birayan ku di sala 1915'an de di dema komkujiyê de koçberî Sûriyê bûne; yek ji gelê Ereb e, yek jî xiristiyan e. Zarokên van birayan bi xebatên me re hev dîtiye. Em rastî gelek mînakên bi vî rengî hatin. Xebatên me li Hesekê, Qamişlo û Dêrazorê berdewam in, lê ne tenê ew. Em ê li Reqa û Kobanê jî dest bi xebatan bikin.”

Arev Kasabyan wiha domand: “Ev komkujî di sala 1915'an de ne tenê ji bo tunekirina Ermenan a fîzîkî, di heman demê de ji bo tunekirina çand û zimanê wan hate kirin. Îro jî heman tişt derbasdar e. Dewleta Tirk li Qerebaxê jî bi heman şêwazê êriş kir. Êrişî Rojava dike. Piştî 106 salan ji komkujiya li dijî gelê Ermen bi şoreşa Rojava re dîrokeke nû ji bo Ermenan tê çêkirin û gelê Ermen yê li vê xakê dijî, ji bo tirsên xwe derbas bike, li dijî dijminên xwe şer dike. Kesên ku ew komkujî pêk anîbû nedikarî xeyal bikira ku di şoreşa Rojava de îro Ereb û Ermen an jî gelê Kurd û Ermen dê li dijî dewleta Tirk a dagirker li rex hev tê bikoşin.”

‘DEWLETA TIRK BI ZÎHNIYETA OSMANIYAN ÊRIŞ DIKE’

Arev Kasabyan diyar kir ku dewleta Tirk bi zîhniyeta Osmaniyan êrişî gelan dike û got: "Banga me li hemû gelan bi taybetî Rojava ye; dijminên xwe baş nas bikin. Dewleta Tirk bi hişmediya Îttîhat-Terakkiyê êriş dike. Ew ne tenê dijminê gelê Kurd, gelê Ermen, gelên Ereb û Suryan e, dijminê hemû gelan e. Li dijî vî dijminî divê bi destê hev bigirin û şerê gel bê kirin. Dewleta Tirk ne tenê bi navê Osmanî, her wiha bi navên cuda jî êriş dike. Mînak li vir bi navê çeteyên wekî DAIŞ, El-Nusra, Artêşa Azad û hwd êrişî hemû gelan kirin. Gelên li tevahiya Rojhilata Navîn dijîn, ji bo ku careke din komkujiyên bi vî rengî rû nedin, dikarin li kêleka hev bisekinin. Ez bawer im ku em ê li vê xakê biratiya gelan mezintir bikin."

Kasabyan qala xebatên Meclisa Civakî ya Ermenan kir û got: "Piştî tu Ermen hatin sirgûnkirin, zextên pir giran lê kirin û hewl dan ji rastiya xwe dûr bixin. Mesela navê wî Garabet e, lê bi xwe misilman e yan jî navê wî Mihemed e lê Ermen e. Tenê ne meseleya nav an jî baweriyê ye. Em bi giranî ji rastiya xwe veqetiyane. Di rewşeke bi vî rengî de yekem car Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan ava bû. Hêza xweparastinê ya Ermenên li vê xakê dijîn, hat afirandin. Li vê derê perwerdeya dîrok û zimanê ermenî hat dayîn. Piştre Meclisa Civakî ya Ermenan hate avakirin û ev xebat li ber sivîlan hate vekirin. Niha li meclisa me zarokên me fêrî ziman û dîroka xwe dibin."

‘JINÊN ERMEN JI BO AZADIYA XWE JÎ TÊ DIKOŞIN’

Arev Kasabyabn got jinên Ermen di nava meclisê de jî li dijî serdestiya mêran xebatên xwe didomînin û wiha lê zêde kir: “Çanda me bi piranî hate tunekirin û jinên Ermen ji rastiya xwe hatin qetandin. Jinên ku neçar bûn mîna koleyên mêran bijîn, bi perwerdeya li ser hişmendiya zayendî re radibin ser pêyên xwe. Di heman demê de em zilamên li meclisê li ser vê mijarê perwerde dikin û ji wan re dibêjin ku serdestiya mêran koletî ye û bi hev re gav neyên avêtin Ermen tu carî azad nabin. Ji bilî çanda Ermenan em hişmendiya zayendî jî bilind dikin. Em ê berhemên vê xebatê di çalakiya xwe ya mezin a 8’ê Adarê de bibînin. Lê dîsa jî rêyeke me ya dirêj heye. Di roja îroyîn de jî polîtîkayên qirkirinê dewam dikin, hem ji bo cebirandina birînên duh, hem jî li dijî polîtîkayên qirkirinê yên nû, ji bo avakirina welatekî azad bi hemû gelan re, erkeke me ya zehmet lê birûmet heye.”

ANHA