Şehîd Îlan Kobanê li Şehbayê hate bibîranîn

Li Şehbayê şehîdê Berxwedana Serdemê Ehmed Welo (Îlan Kobanê) yê ku di 8'ê Adara 2018'an de çeteyên li navçeya Cindirês li dijî dagirkeriyaTirk û çalakiyeke fedayî pêk anîbû, hat bi bîranîn.

Şehîd Îlan Kobanê li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Îlan Kobanê li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Îlan Kobanê li Şehbayê hate bibîranîn
Şehîd Îlan Kobanê li Şehbayê hate bibîranîn
7 adar, 2021   17:22
ŞEHBA

Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve û bi hekariya Desteya Çand û  Hunerê ya kantona Şehbayê li hola Axîn Welat a li navçeya Fafînê hate lidarxistin.

Şehîd Îlan Kobanê ji gundê Neyrebiyê yê kantona Şehbayê, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Cindirêsê çalakiya fedayî pêk anî. Şehîd Îlan beriya ku çalakiyê pêk bîne, di dîmenekê de dibêje ku ew çalakiya xwe  diyarî dayika xwe û hemû dayikên cîhanê yên ku di pêvajoya sedsalan de bi hişmendiya mêran re rû bi rû mane, dike.

Bi dehan şêniyên bajêr û xizmên şehîd Îlan Kobanê, endamên saziyan, meclis û yekitiyan beşdarî bîranînê bûn.

/ar/uploads/files/2021/03/07/150635_thrya-hbsh.webp

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Sûreya Hebaş axivî û 8'ê Adarê li hemû jin û şêniyên Efrînê û cîhanê pîroz kir û got:"Bi saya berdêlên zarokên me yên wekî Îlan Kobanê, Karker, Avesta û Barîn me azadiya xwe bi dest xist û li ser erdê xwe bi serbilindî bijîn."

/ar/uploads/files/2021/03/07/150705_mhmd-wlw.webp

/ar/uploads/files/2021/03/07/150728_tlat-wlw.webp

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Mihemed Welo û Talat Welo der barê jiyana şehîd Îlan Kobanê de axivî û diyar kir ku şehîd Îlan ji ciwanên destpêkê bû ku derbasbûna komên terorîst red kir û tev li Yekîneyên Parastina Gel bû, da ku bi wêrekî parastina erdê bapîrên xwe bike û bi rihekî azad çalakiya fedayî pêk anî.

Piştî axaftin bi dawî bûn, sinivîzyonek têkildarî jiyana şehîd Îlan Kobanê hate pêşandan.

Piştre koma Awazên Şehbayê stran li ser şehîdan gotin.

Bîranîn bi sloganên"Şehîd namirin, bijî Berxwedana Serdemê û şehîd Îlan Kobanê namire " bi dawî bû.

(eh)

ANHA