Siyasetmedar: Rêxistinkirina civakê serkeftina li dijî êrişên li ser herêmê ye

Siyasetmedaran diyar kirin sedema bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berjewendiyên navneteweyî yên hevpar e, her wiha destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna êriş û gefan divê îtîrafeke navneteweyî bi Rêveberiya Xweser bê kirin.

Siyasetmedar: Rêxistinkirina civakê serkeftina li dijî êrişên li ser herêmê ye
6 adar, 2021   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA'yê re axivîn, mijarên girêdayî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetên provokasyon ên hêzên navdewletî yên li Sûriyê  û bêdengiya li hemberî van êrişan nirxandin. Siyasetmedaran diyar kirin ku êriş bi erêkirina hêzên navneteweyî ji bo derbarkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.

'TEVGERÊN TIRKIYÊ BI ERÊKIRINA NAVNETEWEYÎ YE'

Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê (PADK) Telal Mihemed diyar kir her tevgereke dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewcedarî erêkirina navneteweyî û wiha domand: "Dewleta Tirk di vejandina DAIŞ'ê de bi israr e, armanca wê diyar e ew e ku rih bide rêxistina terorîst a DAIŞ'ê û refa wê ji nû ve bi rêxistin bike."

Dewleta Tirk tu lihevkirin û peymanên ku derbarê Sûriyê de îmze kirine, pêk neanîne, ji wan peymana agirbestê ku bi DYA'yê re û peyama bi Rûsyayê re ku di navîna Cotmeha 2019'an de di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de îmze kirine.

Mihemed da zanîn ku ji destpêka ragihandina agirbestê ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ranewestine, ev piştrast dike ku dewleta Tirk tu lihevkirinên girêdayî agirbestê pêk nayine.

Telal Mihemed ev pirs kir: "Ev yek gelek pirsan derbarê çarenûsa lihevkirinên Tirkiyê û DYA'yê ji aliyê ve û Tirkiyê û Rûsya ji aliyekî ve derdixe holê."

Têkildarî bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê Telal Mihemed got: "Bêdengî dide nîşandan ku Rûsya û rejîm berjewendiyên wan di van êrişan de hene. Her aliyekî hewl dide demê qezenc bike û aloziya Sûriyê girêktir bikin, di heman demê de zextê li QSD û Rêveberiya Xweser bikin da ku wan neçar bikin ku di her xebatên diyalogan de ku dibe pêşerojê de çêbibin, tawîzan bidin."

' HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DI BERDEWAMA ALOZIYÊ DE BEJEWENDIYÊN XWE DIBÎNIN'

Muxalifa Sûriyê û çalakvana siyasî û lêkolîner Emel Nesir diyar kir ku bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçova siyasetên wê yên asayî de li hember her devera ku ew dijî pêk tê û wiha got: "Rejîm di serdestiya herêmê de paşde çûye û di serweriya li biryara xwe ya siyasî an leşkerî lawaz bûye, biryarên siyasî û leşkerî girêdayî Rûsya û Îranê. "

Emel Nesir destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî encamên lihevkirinên hêzên navneteweyî yên mezin (Rûsya û DYA) li Sûriyê ne û hiştina her du lîstikvanan Tirkiyê û Îranê ku ji bo berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyê şer bikin û ev nirxandin kir: " Mîna herêmên din ên Sûriyê wekî Deraa û gundewarê Şamê ku di encamên lihevanînên Rûsyayê de ya ku hêzên xwe wekî hêzên parastina rejîmê danîn, şêniyên wê koçberî Idlibê ya di bin serweriya Tirkiyê de kirin, Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî encamên vê yekê girt."

Emel got, berjewendiyên hevpar ên hemûyan têkbirina her rêveberiyeke xweser bi hêzê li ser xaka Sûriyê ye, sedema vê bêdengiyê diyar e û destekê didin ku rewş wekî xwe bimîne.

Ji aliyê xwe ve, ji rêveberê Partiya Yekitiya Suryan û cîgirê hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Gabryêl Şamûn bêdengî spart lihevkirinên sê alî yên  ku nûnerên aktîv ên gelê Sûriyê dûr dixin û wiha domand: "Bêdengiya hikumeta Şam û Rûsya berhemên encamên lihevkirinên Astana û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê ne."

Tevî serdanên domdar ên şandeyên  dewletên Ewropa û Amerîka ji herêmê re, lê ev dewlet tevî ku pesnê xebatê Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî didin, derbarê îtîrafa bi vê rêveberiyê de tu gav neavêtine û rêveberî beşdarî civîn û kongreyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nekirine.

'JI BO RAWESTANDINA ÊRIŞ Û GEFAN DIVÊ ÎTÎRAF BI RÊVEBERIYA XWESER RE WERE KIRIN'

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî li Ewropayê Newaf Xelîl diyar kir ku divê civaka navneteweyî dan û standinên bi  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bike û îtîtafê pê bike da ku gefên hikumeta Şamê û Îranê, provakasyonên Rûsya û xeteriya herî mezin a dewleta Tirk a li ser hebûna kurdan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibin.

Xelîl got:" Tirkiyê eşkere û zelal ragihandiye ku tevahî herêmên Rêveberiya Xweser armanca wê ne û ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne, tevahî herêmê dixe xeteriyê. Ji lew ra îtîraf û girtine helwesteke zelal dê van hemûyan sînordar bike, madem operasyoneke leşkerî bi navê Ezim El-Selib heye, divê helwesteke siyasî tundî li hemberî dewleta Tirk hebe."

Xelîl da zanîn ku seferberiya bi deh hezaran şervanan li hemberî gefên Tirkiyê dê rola şerê li dijî DAIŞ'ê lawaz bike û derfetê bide çeteyên DAIŞ'ê da ku ji nû ve çalak bibe û got: "Wekî ku em dibînin rojane sûc têne kirin, normal e dema xeterî hebe, dê sekin li hemberî xeteriya herî mezin a gefên li ser hebûna herêmê be."

Newaf Xelîl di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmkan nine ku ji tevahî aliyan ve li hemberî Tirkiyê sekin hebe, di heman demê de terorîstên girtî hene û li hemberî çalakbûna DAIŞ'ê tevger hene û wiha domand: "Ev îtîraf dê tevahî van xeteriyan sînodar bike, cûdayî vê yekê tevahî daxuyaniyên Koalîsyona Navneteweyî yên domdar ên derbarê operasyênên Ezim El-Selib de bê wate ne."

Xelîl îşaret pê kir ku QSD'ê nûnertiya bi milyonan sûrî dike yên ku hêjayî wergirtina desteka siyasî û madî ji bo ji nû ve avakirina herêmê ne, da ku di domandina operasyonên li dijî DAIŞ'ê li gel xebatên ji nû ve avakirina binsaziyê hevsengî çêbibe.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropa diyar kir ku bêyî îtîrafkirin û desteka siyasî dê xeteriya DAIŞ, Tirkiyê, Îran û rejîmê û provakasyonên Rûsyayê bidomin, dê bandorê li milyonên niştecihên herêmê bike, bi taybet isyançiyên ku bi ragihandina derve bandor dibin, nemaze yên li Tebqa, Reqa û Dêrazorê.

Têkildarî karê ku ji civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin Xelîl got: "Ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku destpêkê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistin bike, îmkanên zêdetir pêşkêşî bi milyonan sûriyên li herêmê xwe bike, binsaziya herêmê ji nû ve saz bike  û rêveberiyê bi pêş bixîne."

Xelîl ji bo piştevahiya hêzên ku li hemberî dagirekriya disekinin got, divê eniyên leşkerî û bi deh hezaran şervanan werin xurtkirin û mercên jiyanî werin başkirin û pêwîstiyên civakê werin pêkanîn.

Xelîl baweriya mezina  ku civakê daye QSD'ê bi "Sermiyanê pir mezin" bi nav kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê QSD'ê were pêşxistin. Rêveberiya Xweser hewl dide, lê ev yekê têrê nakê, divê bi awayekî mezin ji bo pêşxistina vê hêzên bixebite, tenê rexnekirina rêveberê têrê nake, divê saziyên civaka sivîl jî ji bo pêşxistina vê rêveberiyê kar bikin, da ku li hemberî her hewldanên bi armanca bidawîkirina wê, xurtir bibe."

ANHA