Mijarên komxebata Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk

Berpirsa Nivîsgeha Ragihandinê ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) têkildarî detayên komxebata wan a ku dê sibe li Qamişloyê were lidarxistin, axivî.

Mijarên komxebata Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk
19 sibat, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

NRLS sibê dê li bajarê Qamişlo komxebatekê der barê nakokiyên kurdî de li dar bixe. Siyasetmedar, akademisyen û gelek kesayetên kurdî dê tev li komxebatê bibin.

Têkildarî armanca lidarxistina komxebatê û girîngiya wê di pêvajoya heyî de, aliyên ku dê tev lê bibin, beşên sereke di komxebatê de, berpirsa Nivîsgeha Ragihandinê ya NRLS`ê Cîhan Mihemed ji ANHA`yê re axivî.

Cîhan Mihemed got: "Lidarxistina komxebatê di pêvajoya heyî de ji bo nîqaşkirina rewşa Kurdan û Kurdistanê ye. Da ku bigihêjin nêrîneke kurdî ya nîştimanî ya giştî. Bi rêya pêşkêşkirina nêrînên cuda, parvekirina nêrînan di navbera beşdaran de da ku bigihêjin çareseriyekê û li hemberî xetereya qirkirina siyasî û civakî ku rastî gelê Kurd tê û hemleyên hovîtiyê yên hêzên ku Kurdistanê dagir dikin, bisekinin."

Cîhan Mihemed bi van gotinan axaftina xwe domand: "Her wiha da ku li ser xetên hevbeş ên nîştimanî li hev bikin û aliyê têkildarî çarenûsa gelê Kurd wekî siyasetmedar, tevgerên şoreşgerî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên ku girîngiyê didin pêşeroja Kurdistanê, berpirsyariya dîrokî rakin û derfeta dîrokî bi kar bînin.”

Cîhan Mihemed tekez kir ku komxebat girîngiya xwe ji pêvajoya hesas heyî, tişta ku di vê pêvajoyê de rastî gel Kurd tê, destkeftiyên hatine bidestxistin, sûdgirtina ji derfeta mezin a Kurdan da ku nakokiyên xwe bi dawî bikin û nêrînên beşdaran der barê pêşeroja Kurdan de, digire.

Cîhan Mihemed destnîşan kir ku bang li gelek siyasetmedar, nivîskar, hiqûqnas, lêkolînerên Kurd kirine û li gorî bangên ji bo tevlêbûnê hatine şandin, beşdarbûn dê li ser asta Kurdistanê be.

Her wiha Cîhan Mihemed diyar kir ku komxebat dê rojek be û tê de dê 3 beşên sereke bên nîqaşkirin.

Li gorî bernameyê komxebat dê di beşa yekemîn de raporeke der barê nakokiyên Kurdan ên di dîroka nûjen de were pêşkêşkirin, lêkolîneke giştî der barê derketina nakokiyên Kurdan ji sedsala 20`an û heta roja îro, bi taybet li Bakur û Başûrê Kurdistanê û navenda giraniya siyasî ya kurdî.

Di beşa duyemîn dê rewşa heyî bi hemû aliyên siyasî, civakî ve, rewşên ku tevgera Kurdan tê re derbas dibe, xetereyên li ser hebûna kurdî ji siyasetên dijminahî, guhertinên demografiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dê werin nîqaşkirin.

Di beşa dawîn de jî dê pêşniyar der barê çareseriyên stratejîk, pêşnerînên ji bo pêşeroja doza kurdî û xwegihandina xalên hevbeş di aliyê neteweyî de, werin nîqaşkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gRbSNs5OVaQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>