Fransa û DYA'yê banga eşkerekirina encamên teqîna li bendera Beyrûtê kir

Wezîrêb karên derve yên DYA û Fransayê der barê teqîna li bendera Beyrûtê banga eşkerekirina encamên wê kir.

Fransa û DYA'yê banga eşkerekirina encamên teqîna li bendera Beyrûtê kir
4 sibat, 2021   17:07
BEYRÛT

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û yê Amerîkayê Anthony Blinken têkildarî teqîna 4`ê Tebaxê ya li bendera  Beyrûtê daxuyaniyek hevbeş da. Di daxuyaniyê de banga eşkerekirina encamên teqînê hate kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku di encama teqîna li bendera Beyrûtê de bi sedan kes bûn gorî û gelek zirar çêbûn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du welat destekdayîna xwe bi gelê Lubnanê re di qadên tenduristî, perwerde, xwarin û bicihkirin de bidomînin.

Di dawiya daxuyaniyê de Fransa û DYA`yê banga eşkerekirina encamên teqînê û vekirina lêpirsînekê ku dûrî destwerdanên siyasî be ve kirin.

(eh)