Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser peymana CEDAW li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê li ser peymana CEDAW, xebatên jin ji bo pêşxistina tevahî qadên jiyanê û pêkanîna mafên jinan semînereke li Reqayê da.

Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser peymana CEDAW li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser peymana CEDAW li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser peymana CEDAW li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser peymana CEDAW li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser peymana CEDAW li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser peymana CEDAW li dar xist
4 sibat, 2021   16:48
REQA

Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li ser peymana "CEDAW" li avahiya xwe ya li Reqayê da. Semîner bi beşdarbûna kesayetên jin, endamên Wefaya Jinan a Sûriyê, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên jin ên MSD’ê û Partiya Sûriya Pêşerojê hate dayîn.

Ev semîner di çarçoveya rêzeçalakiyên meclisê de yên bi armanca pêşxistina rewşa jinên Sûriyê de hate dayîn.

Peymana CEDAW’ê, peymaneke navneteweyî ye, ji bo têkbirina tevahî şêweyên nijadperestiya li dijî jinan e, kuretnava wê ji (the convetion on climination of all forms of discrimination agents woman)hatiye anku têkbirina tevahî şêweyên nijadperestiyê li dijî jinan e.

Neteweyên Yekbûyî, di 1979’an de xwe ev peymanê wek projeya qanûna navneteweyî ya mafên mirovan  pejirand. Peyman ji pêşgotin û 30 madeyan pêk tê. Piştre NY’yê di Tîrmeha 1980’î de li Copenhagenê li gel 64 welatan ev peyman bi şahiyekî îmze kir.

Di semînerê de, endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr Senoh li ser madeya 1’ê ya peymana CEDAW’ê axivî û wiha got: "Ev têgeh bi nijadperestiya li dijî jinan tê nasîn, anku çi cudabûn, bidûrxistin an jî kelepçekirina azadiya jinan li ser bingeha zayendiyê, lawazkirin û têkbirina itîrafa bi mafên jinan û mirovahiyê ye û divê wekhevî li tevahî qadên jiyanê di navbera jin û mêran de hebe."

Suhêr Senoh destnîşan kir ku divê rêgeza wekheviya di navbera mêr û jinan di destûrên neteweyî yan jî zagonên wê de werin sepandin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya Rêveberiya Xweser Hêvîn Şêxo wiha got: "Pêkanîna tedbîrên taybet ên demkî yên bi armanca lezkirina wekheviya di navbera mêr û jinan de ji aliyê dewletên ku peyman îmzekirine nijadiyeke ku vê peymanê diyar kiriye. Lê di encamê de bi tu awayî ev tedbîr neyên şopandin. Her wiha divê xebatên li gorî van tedbîran jî, dema ku hedefên wekheviyê  û danûstandinê pêk hatin, werin rawestandin."

Li aliyekî din jî endama Nivîsgeha Weqfa Jinên Azad a Sûriyê Meyson Mihemed wiha da zanîn: "Hin welat hene ku hin xalan pêk naynin, yek ji wan paşguhkirina çêbûna biyolojîkî ya jin û mêr û xwezaya wan e. Ev jî girêdayî tedbîrên ku dihêle jin, maf û azadiya xwe li ser bingeha wekheviya bi mêr re li tevahî qadan pêk bînin. Bi wê re jî deriyeke fireh ji bo derketina ji qeydên şerîetê tê vekirin, da ku mêr û jin mafên xwe di tevahî qadan de pêk bînin."

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Sûad Kurdî jî wiha destnîşan kir: "Ji dema dagirkirina herêmên me de, dewleta Tirk bi hezaran jin îşkence kirin û ev jî sûcên qirkirinê li dijî jinan e. Lê tu qanûnên aktîf ku parastina jinan ji van sûcan bikin, tune ne û heta ku qanûn hebin jî li ser erdê pêk nayên."

Di dawiya semînerê de sînavîzyon li ser peymana CEDAW’ê hat pêşandan.

Hejmara dewletên ku heta niha li ser peymana CEDAW’ê îmze kirine, 190 e, ji wan 20 dewletên ereb in; Mexrib, Cezaîr, Tunis, Lîbya, Misir, Lubnan, Urdin, Erebistana Siûdiyê, Iraq, Kiwêt, Yemen, Cuzir Qemir, Morîtanya, Îmarat, Cîbotî, Behreyn, Sûriya, Uman, Qeter û Filistîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UsNyAoB7_aU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>