'Qetilkirina Hind û Seida sûcekî hovane li dijî gelê Ereb û Sûriyê ye'

Ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Dêrazorê, Şehrezad El-Casim got, qetilkirina Hind û Seida sûcekî hovane li dijî tevahî gelê Ereb û Sûriyayê ye û diyar kir ku ew ê xeta her du şehîdan bişopînin.

'Qetilkirina Hind û Seida sûcekî hovane li dijî gelê Ereb û Sûriyê ye'
30 ÇILE, 2021   05:12
DÊRAZOR-ELÎ EL-SALIH

Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir a navçeya Dişîşê ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê  Hind El-Xidêr di 22'yê Çileyê de ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û hatin qetilkirin.

Li ser vê mijarê, endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê  Şehrezad El-Casim axivî, ev sûc û tevahî sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî jinan pêk tînin, şermezar kirin.

Şehrezad El-Casim got: "Em hewl didin bi hemû hêza xwe tundiya li ser jinan bi dawî bikin, lê şaneyên veşartî bi hedefgirtina jinan armanc dikin vîna wê bişkînin û moralên wan têk bibin."

Şehrezad El-Casim destnîşan kir ku mîna van sûc û êrişên terorî vîna jinan naşkîne û wiha domand: "Em jinên Dêrazorê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê  li hemberî her kesê ku hewl dide projeya me ya demokratîk têk bibe, bisekinin."

Şehrezad qetilkirina Seida û Hind bi sûcek hovane li dijî tevahî gelê Ereb û Sûriyê bi nav kir û got, ew ê xeta her du şehîdan bişopînin.

Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê El-Casim bi domdarî got: "Ev sûc têkoşîna me nasekinîne, berovajî wê me bi hêz dike. Seida û Hind şehîdên leheng in, hewl dan dengê jinan, asta tevlêbûna wan nava civakê û çawa bihêz mafên xwe, mala xwe, civak û welatê xwe diparêzin, bighînin tevahî cîhanê."

Şehrezad El-Casim di axaftina xwe de bang li tevahî jinên cîhanê kir û got "Bila em yek bin, da ku tirsa ku komên terorîst hewl didin bixin dilê jinan de rakin û li hemberî tundiyê helwestekê nîşan bidin."

Her wiha got: "Em jinên Dêrazorê yek in, ji şideta li ser jinan re dibêjin na, em ê bi hêz bin da ku hemû astengiyan derbas bikin û armancên jinan bi cih bînin. Her wiha em ji bo avakirina sûriyeke azad û demokratîk dixebitin."

Endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Dêrazorê  Şehrezad El-Casim bal kişand ser vîna jinan ên ku ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera jin û mêr de dixebitin û diyar kir ku jin di civakê de, di projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, her wiha di saziyên civakî û leşkerî de xwedî roleke mezin e û li eniyên şer di xetên pêşîn de jinê cihê xwe girtiye.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EuubqJI1mE0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>