Kongreya Star li ser qetilkirina her du jinên ji Til El-Şayir: Em bi paş de gav navêjin

Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Hesekê Nîda El-Salih kuştina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir û cîgira wê şermezar kir û got dewleta Tirk a dagirker îradeya jinan ji ber rola wê ya sereke di projeya demokratîk de, dike hedef.

Kongreya Star li ser qetilkirina her du jinên ji Til El-Şayir: Em bi paş de gav navêjin
24 ÇILE, 2021   08:35
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Şeva înê hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û kuştin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nîda El-Salih sûcê li dijî her du jinan şermezar kir û wiha got: "Rola jinan di hemû beşan de yek ji berhemn şoreşa Rojava û pêkanîna projeya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derketin."

Nîda El-Salih wiha domand: "Kuştina her du jinan tê wateya ku dijmin ji biserketina projeya demokratîk li herêmê û rola wê ya sereke, hêrs in."

Nîda El-Salih destnîşan kir ku berdewama kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî hemû jinan diyar dike ku ew jin û serkeftina wan di hemû aliyan de dikin hedef û wiha domand: "Em tu carî ji bo pêkanîna armancên xwe gavan paşde naavêjin, her çi temenê vê yekê be. Ji ber ku dijmin her tim dixwaze îradeya jinan binpê bike da ku zîhniyeta xwe ya desthilatdar û siyaseta xwe ya hovane li ser civakê ferz bike."

Nîda El-Salih tekez kir ku têkoşer Hevrîn Xelef û gelek hevreyên wê ku ji hemû jinan re bûn pêşeng, parastina jinan û pêkanîna projeya demokratîk kir.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nîda El-Salih bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Siyasetên binpêkirinê û kiryarên li dijî jinan, hedefgirtina civakê di kesayeta jinan de ye."

(bx)

ANHA