Çete dê demeke din li Lîbyayê bimînin!

Serokê Komîteya Leşkerî ya (5+5) ragihand ku dê çete û hêzên biyanî heta demeke din li xaka Lîbyayê bimînin. Li aliyekî din jî bidawîbûna dema derketina çeteyan û hêzên biyanî ji xaka Lîbyayê ku di peymana Cinêvê de hatiye diyarkirin, gelek pirs û guman çêkirin.

Çete dê demeke din li Lîbyayê bimînin!
23 ÇILE, 2021   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Leşkerî ya (5+5) ji tora El-Arebiye re axivî û got, komîte di pêkanîna tevahî bendên peymanê de berdewam e, her wiha bang li dewletên di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, komîteya ewlehiyê ya bi rêya kongreya Berlinê ya ji bo piştevaniya lihevkirina leşkerî hatiye avakirin, kir ku bendên peymanê pêk bînin.

Serokê komîteyê diyar kir ku dê endamên komîteyê 90 rojî din zêde bike, da ku cidîbûna civaka navneteweyî ya ji bo piştevaniya biryarên wan di civîna wan a bê ya li Serteyê li dar keve de, lêkolîn bikin û dest bi amadekariyên vekirina rêya peravê bikin.

Îro dema ku di peymana Cinêvê de ji bo Dema derketina çeteyan ji Lîbyayê ya ku li gorî peymana Cinêvê di navbera aliyên binakok ên lîbyayî de de hatiye diyarkirin, îro bi dawî bû. Hat eşkerekirin ku destwerdana dewleta Tirk li welat, li pêş pêkanîna bendên peymanê bû asteng.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê Rêvegberiya Şêwira Manewî ya fermandariya gitşî ya artêşa Lîbyayê lîwa Xalid Mehcûb ji tora El-Arebiyê re got ku dewleta Tirk çi bi rêya şandina çete û çekan li Lîbyayê, yan jî îmzekirina peymanên perwerdê destwerdanê dike, ev yek jî ji sedemên nepêkanîna bendên Cinêvê ye.

Civaka navneteweyî fişareke mezin ji bo pêkanîna peymana derketina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê pêk tîne, her wiha di daxuyaniya ewropî-amerîkî de ya hevbeş a li ser rewşa Lîbyayê de hat xuyankirin ku divê çete ji Lîbyayê bi derkevin, piştevaniya agirbestê were kirin û destwerdana ku li pêş parastina lîbyayan a serweriya welat were rawestandin.

Li aliyekî din jî nûnera taybet li Lîbyayê Stephanie Williams da zanîn ku nêzî 20 hezar çete û 10 baregehên leşkerî yên biyanî li Lîbyayê hene û derketina wan mijarekî pêwîst e.

(fr)