​​​​​​​Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê: Dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan paşguh dike

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Şahîn Lalê destnîşan kir ku dewleta Tirk belgeya mafên mirovan a ku di sala 1948’an de hatiye îmzekirin û ji 30 xalan pêk tê, paşguh dike.

​​​​​​​Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê: Dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan paşguh dike
26 kanûn, 2020   06:40
QAMiŞLO-ZÎLAN DÊRSIM

Şahîn Lalê diyar kir ku demeke dirêj e dewleta Tirk a dagirker zextên li ser gelên alîgirê azadiyê zêde dike, siyasetmedar, rojnamevan û parêzeran digire û destnîşan kir ku dewleta Tirk li gorî qanûnên mafên mirovan tev nagere. Lalê bal kişand ser girtina parlamenteran ku gel bi vîn û ramana xwe hilbijartine û got dewleta Tirk îradeya gel tune dihesibîne.

Lalê diyar kir ku belgeya navneteweyî ya mafên mirovan ku ji 30 xalan pêk tê ku di sala 1948’an de hatiye weşandin, tê binpêkirin û got: “Wekî din, mafên azadî, axaftin, raman û jiyanê ku di zagonên Neteweyên Yekbûyî (NY) de hene, radikin. Li Tirkiyê mafên mirovan nayên dayîn û di pêvajoyeke metirsîdar re derbas dibin."

Lalê diyar kir ku gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rastî tundî û girtinê tê, nahêlin ku gel bêyî destûra dewletê tu pêngavekê biavêje. Lalê diyar kir ku gel di bin tecrîdeke giran de ye û destûr nayê dayîn ku ew dengê xwe bilind bike û got kesên serî hildidin bi girtin û şîdetê re rû bi rû dimînin. Lalê got xwepêşandan û daxuyanî bi şîdetê encam dan û hema hema hemû girtîgeh bi kesên li mafên xwe digerin, tijî bûne.

‘LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ MAFÊN JIYAN Û AZADIYÊ LI BER XETEREYÊ NE’

Şahîn Lalê destnîşan kir ku dewleta Tirk di pêvajoyeke awarte re derbas dibe û got: "Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mafên jiyan û azadiyê li ber xetereyê ne. Gelê Tirk berteref kirin. Ew bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûl kirin. Vê carê êrişî dewletên din dikin. Sedema êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lîbya, Idlib û Ermenistanê ji ber tengasiya wê ye. Li ku derê li dijî gelan siyasetek qirêjî hebe, destê dewleta Tirk tê de heye."

Lalê bal kişand ser ku di encama tunebûna destwerdaneke navneteweyî ya li pergala hiqûqî ya dewleta Tirk, dê jiyana mirovan di xetereyê de be û got: “Tê xwestin ku gel bên bêdengkirin. Tê xwestin civakeke bêvîn were afirandin. Pergala hiqûqî ya dewleta Tirk pêdivî bi destwerdaneke lezgîn heye.”

‘SÛCDAR LI DERVE NE, KESÊN BÊSÛC JÎ GIRTÎ NE’

Lalê destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî sûcên li dijî exlaq û çanda civakê reflekseke xwe tune ye û got: “Ew alîgirên xwe ji girtîgehan derdixe. Ev kes mirovên li dijî gelên alîgirên azadiyê ne. Mirovên ku ji ber dizî, destavêtin û sûcên edlî di girtîgehan de ne û bi berdana wan hewl didin pergala xwe biparêzin, ji ber ku ev kes li gorî berjewendiyên wan tev digerin. Ew kesên ku ji ber sûcên bêexlaq ên dewleta Tirk tev digerin, têne darizandin. Lê îro kesên ku li mafên xwe digerin, di zindanan de têne ragirtin. Gava ku tawanbar li derve bin û bêguneh di zindanan de, dijwar e ku mirov qala pergala dad û dadweriyê bike."

 ‘DAWIYA DÎKTATOR Û DEWLETÊN ZORDAR HILWEŞÎN E’

Lalê behsa girtinên li Tirkiyê kir û got: “Ew li gorî berjewendiyên xwe modeleke civakê diafirîne. Civakeke bêîrade dixwaze. Ew di nav hewldanekê de ye ku civakek ku ji dîtinên cihêreng re girtî ye, were damezirandin. Ew ramana ‘yek al, yek ziman, yek netewe’ radixe pêş çavan. Dîrok nîşan dide ku dawiya dîktator û dewletên zordar her dem hilweşîn e. Ji hilweşînê ne dûr e ku em li pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê dinêrin. Ew di pêvajoyeke teqînê de ye. Ew li ber hilweşîneke hiqûqî, siyasî û aborî ye."

Şahîn Lalê diyar kir ku gelek rapor hene ku dewleta Tirk bi çeteyên mîna DAIŞ û Cebet El-Nusra re tev digere, lê li dijî van binpêkirinan gavên pratîk nehatine avêtin. Lalê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî mirovahiyê di rewşeke sûc de ye lê bi qanûnan tê parastin û îşaret bi binpêkirinên mafên mirovan kir û wiha pê çû: "Heke na, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê parêzer û rojnamevanan nedihatin girtin. Bêdengiya li dijî girtin, komkujî, dagirkerî û şîdetê parastina dewleta Tirk e."

‘DIVÊ MUDAXELE LI PERGALA HIQÛQÎ YA DEWLETA TIRK WERE KIRIN’

Hevserokê Yekitiya Parêzerên a Herêma Cizîrê Şahin Lalê di dawiya axaftina xwe de xîtabî rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir û got: “Peymanên mafên mirovan ên heyî bi cih bînin. Hikumeta Tirk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji hedê xwe derbas dibe. Girtin, komkujî û şîdet, sûcên li dijî mafên mirovan in. Divê mudaxele li pergala hiqûqî ya dewleta Tirk were kirin."

ANHA