Li Kabûlê di encama teqînan de kuştî birîndar hene

Îro 3 teqînên cuda gelek tax ji paytexta Afganistanê Kabûlê armanc kirin, di encamê de 5 polîs û sivîl birîndar bûn û hatin kuştin.

Li Kabûlê di encama teqînan de kuştî birîndar hene
26 kanûn, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê polîsan Firdaus Faramar ragihand ku sê teqîn ji ber "bombeyan" çêbûn, yek ji wan kamyona polîsan ve li taxeke navenda Kabûlê de teqiya û di encamê de du polîsên Afganistanê hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.

Faramar destnîşan kir ku 2 endamên ewlehiyê di encamê êrişek bi vî rengî li taxek li rojavayê Kabûlê jî birîndar bûn, her wiha teqîna sêyem jî li bajêr rû da û tu zirar çênebûn.

 (dm)