Berhem Salih: Xwepêşandana aştiyane mafekî mîsogerkirî ye, tundî ne çare ye

Serokê Iraqê Berhem Salih got "Xwepêşandana aştiyane mafekî destûrî yê mîsogerkirî ye, divê rêzdarî jê re were nîşandan. Ji bo bersivdayîna mafên rewa yên welatiyan, tundî ne çare ye."

Berhem Salih: Xwepêşandana aştiyane mafekî mîsogerkirî ye, tundî ne çare ye
8 kanûn, 2020   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, serokê Iraqê Berhem Salih li ser bûyerên dawîn ên li Silêmaniyê û rewşa Başûrê Kurdistanê bi giştî, bi daxuyaniyekê wiha got: "Em bûyerên li Silêmaniyê yên ji beriya çend rojan ve wekî xwepêşandanên gel û tundiya li dijî xwepêşandêran ku di encamê de hin welatî û endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn û hejmareke avahî hatin şewitandin û xerabkirin, bi metirsiyeke mezin dişopînin."

Salih wiha dewam kir: "Xwepêşandana aştiyane mafekî destûrî yê misogerkirî ye, divê rêzdarî jêre were nîşandan. Ji mafên welatiyan e ku xwepêşandanên aştiyane li dar bixin û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin, bi taybetî mafên girîdayî jiyaneke bi rûmet ji wan û malbatên wan re wekî dayîna mûçeyan û başkirina rewşa jiyanî û xizmetên giştî."

Salih her wiha diyar kir ku divê aliyên hikumetê yên têkildar van daxwazan bi cih bînin, çareyên bingehîn ji pirsgirêka mûçeyan re bibînin û rewşa jiyanî baş bikin û wiha got: "Divê ew gavên lezgîn û cidî bên avêtin."

Berhem Salih destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna daxwazên rewa yên welatiyan, tundî ne çare ye û divê îrade û rêzdarî ji daxwazên xwepêşandêran bên nîşadan û wiha domand: "Em ji hêzên ewlekariyê dixwazin ku li gorî qanûnê tevbigerin û tundiyê bi kar neynin, her wiha rê bidin dezgehên çapemeniyê ku karê xwe bê astengî û destdirêjî û bi azadî bikin."

(cx