SOHR: Tirkiyê difikire ku beşek nû ya çeteyan bişîne Lîbyayê

SOHR’ê diyar kir ku dewleta Tirk vegera çeteyên sûrî ji Lîbyayê rawestand û piştrast kir ku Enqere niyet dike ku beşekî nû ya çeteyan bişîne Lîbyayê.

SOHR: Tirkiyê difikire ku beşek nû ya çeteyan bişîne Lîbyayê
5 kanûn, 2020   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku vegera çeteyên sûrî ji Lîbyayê ji zêdetirî 20 rojan ve hatiye rawestandin, beşa dawî nîv meha borî vegeriya.

Li gorî SOHR’ê, dewleta Tirk niyet dike ku di çend rojên bê de beşeke nû ya çeteyên sûrî bişîne Lîbyayê.

Hejmara çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk ên ku heta niha çûne Lîbyayê nêzî 18 hezar çete ne, jê 350 zarokên kêmê 18 salî ne, li aliyekî din jî 10 hezar 750 çete vegeriyan Sûriyê û nêzî 496 çete li Lîbyayî hatin kuştin.

Girêdayî heman mijarê, dewleta Tirk, çeteyên sûrî di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de bi kar anîn û ew jî şer piştî bi ragihandina agirbesta 9’ê Mijdarê ya di navbera her du aliyan bi navbeynkariya Rûsyayê, hate rawestandin.

Li gorî SOHR’ê, dewleta Tirk 2 hezar û 580 çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk şandin Azerbaycanê û jî 414 hatin kuştin.

(fr)