​​​​​​​Siyasetmedarên Kurd: Divê Hewlêr û Bexda rêzê ji vîna êzidiyan re bigirin

Siyasetmedarên Kurd diyar kirin ku divê PDK’ê li hember vîna civaka êzidî rêzdar be û gotin: "Mafê tu kesî nine ku rêveberiya wê herêmê hilweşîne û serweriya xwe li ser ferz bike."

​​​​​​​Siyasetmedarên Kurd: Divê Hewlêr û Bexda rêzê ji vîna êzidiyan re bigirin
2 kanûn, 2020   03:24
KOBANÊ

Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê di 13’yê Mijdara 2015’an de, şêniyên herêmê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ji bo parastin û rêveberiya herêmê ava kir, da ku komkujiyên li dijî gelê wê dubare nebin.

Lê belê hikumeta Iraqê di 9’ê Cotmeha borî de ragihand ku wê û PDK’ê der barê birêvebirina Şengalê de peyman îzme kiriye, ew jî da ku serweriya xwe li ser herêma ku şêniyên wê di Tebaxa 2014’an de li hember komkujiyên DAIŞ’ê hiştine, ferz bikin.

Di çarçoveya pêkanîna peymanê de, hikumeta Iraqê ji demekê de hêzên leşkerî dişîne herêmê. Bi wê re jî gelê Kurd li tevahî Kurdistanê bi hêrs bû.

 ‘DIVÊ HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI HEMBER VÎNA CIVAKA ÊZIDÎ RÊZDAR BE’
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê Gulistan Etê wiha got: "Gelê me yê Şengalê gelek azar di dîrokê de dîtin, bi taybet di 2014’an de. Lê belê xwe rigzar kir, xwe parast, rêveberiya xwe damezrand û hêzên xwe yên leşkerî ava kir."

Gulistan Etê got ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember vîna civaka Êzidî rêzdar be, qebûl bike û hevkariyê pê re bike. Ji ber hêza ku li wir hatiye avakirin, ji gelê wê herêmê bi xwe ye."

Ne tenê gelê Kurd ji ragihandina peymanê bi hêrs bû û bertek nîşan da, lê belê partiyên siyasî jî tevgerên hikumeta PDK’ê yên bi dewleta Tirk a dagirker re li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê yên li dijî gelê Kurd red kirin.

 ‘MAFÊ HIKUMETÊN IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NÎNE KU SERWERIYA XWE LI SER ŞENGALÊ FERZ BIKIN’

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Partiya Çepgir a Kurd li herêma Firatê Kamîran Ginco jî got: "Piştî vekişîna hêzên Iraq û hêzên PDK’ê ji Şengalê û şêniyên wê di nava lepên DAIŞ’ê de hişt, şêniyên Şengalê çek hilgirtin, tevî hêzên gerîla, YPG û YPJ’ê bûn û li hember DAIŞ’ê sekinîn. Mafê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê nîne ku serweriya xwe li wê herêmê ferz bikin û vîna wê têk bibin.

Ginco destnîşan kir ku şerekî qirkirinê li tevahî parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd heye û hikumeta Başûrê Kurdistanê jî bi îmzekirina peymanan bi dewleta Tirk re ya li ser hilweşîna vîna gelê Kurd, çewatiyan dike û dê dîrok wan çewtiyan binivîse.

Kamîran Ginco da zanîn ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê siyaseta xwe biguhere û li hember dijminê gelê Kurd bisekin, her wiha li ser pêngavên xwe hişyar be û wiha bi lêv kir: "Divê em gelê Kurd li şûna peymanê bi dewleta Tirk a dagirker re datînin, parastina xwe bikin."

Endamê rêveber ê Partiya Çepgir a Kurd li herêma Firatê Kamîran Ginco Kamîran di dawiyê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku destwerdanê li karûbarên hundirîn ên êzidiyan neke.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4VUZ6CUG9ng" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>