Hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 60 milyonî

Li cîhanê zêdetirî 60 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihaşt milyonek û 430 hezar kesan.

Hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 60 milyonî
27 mijdar, 2020   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê li cîhanê 60 milyon û 871 hezar kes bi vîrusê ketine, di heman demê de hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, gihaşt milyonek û 430 hezar kesî.

Li gorî daneyan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  di rêza yekemîn a pêketiyên vîrusê de ye, paşê Hindistan, Brezîlya, Îtalya û Rûsya tên.

Her wiha têkildarî hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye, dîsa DYA di rêza yekemîn de ye, paşê Îtalya, Meksîka, Fransa û Hindistan tên.

(eh)