KOMAW: Ên ku zirarê didin destkeftiyên Kurdan, kî dibe bila bibe dê hesab jê were xwestin

KOMAW'ê têkildarî aloziya ku ji ber êrişên PDK'ê zêde bû, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Kurd divê pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêbazeke demokratîk çareser bikin û got "Ên xiyanetê dikin û zirarê didin destkeftiyên Kurdan, kî dibe bila bibe dê hesab jê were pirsîn."

KOMAW: Ên ku zirarê didin destkeftiyên Kurdan, kî dibe bila bibe dê hesab jê were xwestin
8 mijdar, 2020   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Komeleya Malbatên Mexdûr û Windahiyan (KOMAW) de hate gotin ku ji bo ku Kurd pirsgirêkên nava xwe çareser bikin û yekitiya neteweyî pêk bînin, pêwîstî bi siyaseteke demokratîk heye, zîhniyeta li derveyî vê dê zerarê bide Kurdan û doza wan.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku nêzîkatiya PDK'ê ya demên dawî, nêzîkatiyên ku şerê navxweyî sor dike, Kurd û saziyên Kurdan matmayî kirine û hate bibîrxistin ku PDK êrişên ku mehên derbasbûyî li Qendîlê dikirin, niha jî li Garê dewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Kurd êdî Kurdên berê nîn in û ev tişt hate gotin: "Gelê Kurd polîtîk bûye, siyasî bûye. Yên xiyanetê dikin û zirarê didin destketiyên Kurdan, kî dibe bila bibe, dê hesab jê bipirse. Gelê Kurd xwedî wê hêz, hişmendî û qudretê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku şerekî nava Kurdan dê zirarê bide her kesî û bang li Mesûd Barzanî hate kirin û hate bibîrxistin ku divê pêşî li felaketeke mezin were girtin.