'Divê ciwan li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker bisekinin'

Ciwanên herêma Cizîrê dan zanîn ku divê ciwan li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmên dagirkirî bisekinin û asta têkoşîna xwe bilind bikin, her wiha divê ciwan sûcên dewleta Tirk belge bikin.

'Divê ciwan li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker bisekinin'
'Divê ciwan li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker bisekinin'
'Divê ciwan li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker bisekinin'
4 mijdar, 2020   14:59
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Ber bi komxebateke diyalogî ya ciwanên sûrî ve" Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk panelek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Endamên tevgerên ciwanan û partiyên siyasî tev li panelê bûn.

Beşdaran tedbîrên ji bo koronayê girtin.

Panel bi xwendina rapora siyasî ji aliyê komîteya amadeker ve hate destpêkirin. Di rapora ku ji aliyê endamê komîteya amadekar û meclisa giştî ya ciwanan Mihemed Ehmî ve hate xwendin, behsa bûyerên giring ên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûne, hate kirin.

Li gorî raporê, dewleta Tirk a dagirker piştî ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, hewl dide niha herêmên nû ji axa Sûriyê qut bike û tevlî nava axa xwe bike.

Di raporê de hate bibîrxistn ku dewleta Tirk li herêmên ku dagir kiriye, siyaseta guhartina demografî bikar tîne û nexasim li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê. Li dijî sivîlên resen ên herêmên navborî jî, dewleta Tirk sûcên şer pêk tîne.

Piştî xwendina rapora siyasî, panel li ser du mijara hate destpêkirin. Mijara yekê, der barê aloziya Sûriyê û bandora wê li ser ciwanan û bandora şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî ciwanên Sûriyê pêk tîne, bû. Ev mijar ji aliyê Sibhî Melekî, Canda Remez û Telal El-Asî ve hate dayîn.

DIVÊ ZIMANÊ DIYALOGÊ BI SER KEVE

Di mijara yekemîn a panelê de koçberiya ku di encama siyasetên hikumeta Şamê de û şerê ku di dirêjahiya salên aloziyê de rû dane, hate bibîrxistin. Her wiha hate destnîşankirin ku dewletên ku mudexeleya Sûriyê kirine di sêrî de dewleta Tirk, rolek di vê koçberiyê de lîst û çîna ciwanan bi kar anî da ku planên xwe pêk bîne.

Di vê mijarê de beşdarên panelê dan zanîn ku li herêmên Sûriyê şerên li ser astên leşkerî, siyasî, aborî, fikrî û civakî pêk tên. Di encamê de piraniya binezasiya herêmê wêran bû û tevna civakî ya Sûriyê belav bû. Ciwanan banga bi serxistina dengê diyalogê li ser dengê çek kir.

Ciwanan behsa şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne kir  bi taybet li dijî çîna ciwanan. Bi rêya leşkerkirina ciwanan, belavkirina madeyên hişbirê, propaxandaya têgehên li dijî civakê hewl dide civakê parçe bike. ciwanan sekna xwe li hemberî vî şerê taybet bi rêya birêxistinkirin û têkoşînê piştrast kir.

DIVÊ CIWAN PERGALA PARASTINÊ XURT BIKIN

Di mijara duyemîn a panelê de, rola ciwanan di avakirina saziyên parastinê û yên sivîl ên Rêveberiya Xweser û rola wan di sekna li hemberî dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên yekser ên li Sûriyê, rêbazên çareseriyê û pêşxistina çîna ciwanan hate destnîşankirin. Di vê mijarê de Adil Feraşîn, Lema Ebdo û Mezlûm Xelef axivîn.

Ciwanan di vê mijarê de xurtkirina saziyên parastinê û yên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xurtkirina pergala parastinê û saziyên sivîl ên Rêvebeirya Xweser bi rêya ciwanan û pêşxistina karînên ciwan destnîşan kir

Ciwanan di nîqaşên xwe de pêwîstiya berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên hovane yên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî û mezinkirin asta têkoşînê û belgekirina sûcên dewleta Tirk û eşkerekirina wan piştrast kir.