​​​​​​​Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin

Serlêdana parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ku ji bo miwekîlê xwe bibînin li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn hate redkirin.

​​​​​​​Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
3 mijdar, 2020   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dabûn û xwestibûn ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin.

Serlêdana parêzeran ji aliyê serdozgeriyê ve bi hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo 6 mehan ku di 23’ê îlonê de ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû girtin ve hat redkirin.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, di sala 2019’an de piştî 8 salan 5 hevdîtinan pêk anîbûn.