Rojnameyên erebî: Tirkiyê nuqteyeke xwe ya din li Sûriyê vala kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa rewşa Sûriyê, rewşa hundirîn a Tirkiyê, aloziya Lubnanê û bandora pêşketinên li Fransayê li ser wê, kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiyê nuqteyeke xwe ya din li Sûriyê vala kir
30 cotmeh, 2020   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAGIRKERIYA TIRK NUQTEYA XWE YA DUYEMÎN JI HEV XIST’

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Duh, artêşa Tirk nuqteyeke xwe ya leşkerî ya din li bakurê Hemayê, ji hev xist. Piştî ku li gorî lihevkirinên bi Rûsyayê re li bakurê rojavayê Sûriyê, nuqteya yekemîn di 19`ê vê mehê de ji hev xistibû.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de wiha diyar kir: “Duh artêşa Tirk leşker, çek û erebeyên leşkerî yên li nuqteya Şêr Mixar ku nuqteya 11`an a nuqteyên çavdêriyê yên li herêma bêçek a bakurê rojavayê Sûriyê ye, birin baregeha leşkerî ya nû li girekî stratejîk li nêzî gundê Qoqîn ê başûrê Idlibê. Nuqteya 11`an a çavdêriyê  di 14`ê Hezîrana 2018`an de hatibû avakirin.”

Li gorî rojnameyê, 5 kamyonên ku tê de pêwîstiyên lojîstîk hebûn tevî 3 erebeyên leşkerî yên Tirkiyê ji Şêr Mixar derketin û ber bi baregeha Qoqîn ve ketin rê.

Her wiha duh, hêzên Tirkiyê dîwarê çîmento yê li nuqteya 9`an a Morikê hilweşand ku ew nuqte beriya 10 rojan hatibû valakirin.”

‘BLOKÊN SIYASÎ YÊN IRAQÊ ZÛ DEST BI AMADEKARIYÊN HILBIJARTINÊN PARLEMANÊ KIR’

Girêdayî rewşa Iraqê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Partî û bloken siyasî yên sunnî yên Iraqê, zû dest bi amadekariyên hilbijartinên parlemanê yên havîna sala bê kir ku dê ev hilbijartin wek mîsogeriya herî mezin a parastina destkeftiyên siyasî û peywirên di desthilatê de be.”

Tevgera hundirîn a di nava blok û partiyên sunnî de ku çend hefteyan dewam kir, bi xwe re eniyeke nû bi navê “eniya Iraqê” ku ji 35 parlamenter û kesayetên sunnî pêk tê, ava kir. Armanca sereke ya vê eniyê, xistina serokê meclisa parlamenteran Mihemed El-Helbûsî ji peywirê ye.”

‘JI BER SIYASETÊN ERDOGAN, ABORIYA TIRKIYÊ BER BI HILWEŞÎNÊ VE DIÇE’

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Tirkiyê kir û wiha nivîsî: “Ji ber siyasetên Erdogan ên dijminahiyê li herêmê, destwerdana Tirkiyê li gelek welatan û dijminahiya wê bi hemû aliyan re, aboriya Tirkiyê fatoreya wan siyasetên AKP`ê û serok Erdogan dide ku xewna wî vegerandina Împaratoriya Osmaniyan e.”

Hejmar û daneyên fermî li Tirkiyê asta zirara di aboriya Tirkiyê de pêk hatiye, eşkere dikin.

‘GELÊ LUBNANÊ BI AWAYEKÎ METIRSÎDAR BÛYERÊN LI FRANSAYÊ DIŞOPÎNE’

Girêdayî rewşa Lubnanê û bandora pêşketinên li Fransayê, rojnameya El-Nehar wiha diyar kir: “Aliyên Lubnanê di rojên dawîn de bi awayekî metirsîdar çalakiyên terorê yên li Fransayê şopandin ku hemwextî wê yekê xîtabên tûj pêk hatin ku Erdogan li dijî Fransayê û serokê Fransayê dest pê kiribû. Her wiha duh 3 welatiyên fransî hatin qetilkirin û jineke temenmezin li hundirê Dêra Notre Dame ya li bajarê Nice, hate serjêkirin. Bi vê yekê asta metirsiyan gihaşt lûtkeyê, nexasim ku bi zêdebûna çalakiyên terorê yên bi navê îslama radîkal pêk tên, xuya ye ku Fransa li ber rewşeke ewlehiyê ya awarte û berfireh e.”

(cx)