​​​​​​​Cara pêşîn e li rojavayê Dêrazorê beqil tê çandin

Çandina beqilan li gundewarê rojavayê Dêrazorê tecûbeyeke serketî ye. Cotkar di van deman de berhemên xwe diçinin.

​​​​​​​Cara pêşîn e li rojavayê Dêrazorê beqil tê çandin
​​​​​​​Cara pêşîn e li rojavayê Dêrazorê beqil tê çandin
​​​​​​​Cara pêşîn e li rojavayê Dêrazorê beqil tê çandin
23 cotmeh, 2020   05:48
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Beqil ji berhemên xwarinê yên herî girîng û bi sûd e. Ji ber ku tê de tevahî madeyên pêwîst ên ji bo laşê mirov hene.

Beqil ji destpêka Adarê heta destpêka Gulanê tê çandin. Pêdiviya wê bi cureyekî diyar a axê tine ye, li hemû zeviyan tê çandin. Lê di zeviya ku madeyên wê baş bin, berhem zêde dide.

Piştî cotkarên gundewarê rojavayê Dêrazorê wek tecrûbeyekê baqil çandin, dest bi çinînê kir.

Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê, ev pêngaveke baş û serketî ye.

Gerînendetiya Çandiniyê 250 donim zevî ji gelek cotkaran re diyar kiribû, ji her cotkarekî ji gundên Seiwê, Zixêr Cizîr, Hiwayic û Mihêmîdiyê re 5 donim zevî hat diyarkirin û endazyarên çandiniyê çavdêriya wan zeviyan dikir. Lê gerînendetiyê piştevaniya cotkaran ji tovê baqil, semad û dermanên kelmêşan kir.

Li aliyekî din jî îsal li herêma Dêrazorê cara yekê kartol hat çandin û serketî bû.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê çandiniyê yê gundewarên rojavayê Dêrazorê Debos Ugle wiha got: "Em hewl didin çandiniyên nû derbasî herêmê bikin. Her wiha piştî çandiniya kartolê bi ser ket, beqil jî hat çandin."

Li gorî cotkarê ji gundê Hiwayic pêdiviya beqil bi ava zêde tune ye. Her wiha cotkar da zanîn ku ji her donimekî ji 250 heta bi 300 kg beqil hat.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RXTJZKIyDLY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>