Li dijî tecrîdê banga serhildanê zêde dibe

Welatparêzên herêma Cizîrê diyar kir ku keda rêber Abdullah Ocalan di perwerdekirina çîn û beşên civakê de mezin e, her wiha fikir û felsefeya wî çareya nakokî û şerên li Rojhilata Navîn in, Erdogan vê çareyê naxwaze ji lew re tecrîdê girantir dike.

Li dijî tecrîdê banga serhildanê zêde dibe
7 cotmeh, 2020   02:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de di komploya navneteweyî re ku tê de hêzên navneteweyî beşdar bûn, derbas bû. Ev komplo jî bi hedefa têkbirina proje û felsefeya Ocalan e. Komplo ji derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê heta dema girtina wî di 15’ê Sibata 1999’an de dest pê kir.

Tevî derbasbûna 22 salan di ser komployê re, lê hê jî dewleta Tirk bi hemû rêbaz û şêweyan komployê dewam dike. Her wiha dewleta Tirk û dewletên piştevanê wê tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dike, nahêle parêzer û malbat serdana wî bikin.

Hemdiye Kotî ji navçeya Til Temirê ye û dayika şehîd Jînda Ronahî ye, gel rêber Ocalan, dema ew li Sûriyê bû beriya ku komplo li dijî wî dest pê bike, rûniştibû.

MIN ÇIQAS HÊVÎ KIR KU EW HEVDÎTIN BI DAWÎ NEBE

Hemdiye Kotî di destpêka axaftina xwe de li ser hevdîtina wê di 1997’an de ya bi rêber Ocalan re li paytexta Sûriyê Şamê axivî û wiha got: "Armanca me ji dîtina rêbertî nw tenê dîtina kesayeta wî ya rêvebertî bû, lê belê ez aşiqê naskirina felsefeya wî ya rêvebertî û zanîna wê bûm."

Hemdiye Kotî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser komployên li dijî gelê Kurd ku rêbertî beriya 23 salan li ser diaxivî û got: “Niha komplo li tevahî parçeyên Kurdistanê pêk tên. Min hêvî kir ku ew hevdîtin bi dawî nebe."

Hemdiye Kotî wiha destnîşan kir: "Komplo bi piştevaniya dewletên ewropî ji dewleta Tirk re pêk hat. Hedef jê têkbirina projeya rêbertî li Rojhilata Navîn û projeya biratiya gelan e û tirsa van dewletan ji fikra wî ye. Sedema duyemîn jî pêşniyarkirina rêbertî a fikra biratiya gelan di navbera tevahî pêkhate û etnîsîteyan de ye, mîna çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin."

DIVÊ JI BO RÊBERTÎ SERÎ HILDIN

Hemdiye Kotî diyar kir ku li gel rewşên herêm tê re derbas dibe divê gelên wê hevgirtî bin û pişta xwe nedin hêzên derve. Ji ber ew hêz berjewendiyên xwe li ser hesabê destkeftiyên gelê herêmê pêk tînin.

Hemdiya Kotî bal kişand ser parastina felsefeya rêber Abdullah Ocalan, serhildana ji bo rizgarkirina wî û têkbirina komployan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê tevahî li ser rêça şehîdan bimeşin û parastina destkeftiyan bikin û nehêlin hêzên dagirker serwer bin û herêmê wêran bikin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rSYUCw3C2Mc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

DI DÎROKA GELÊ KURD DE ROJEKE REŞ BÛ

Şêniyê bi navê Mihemed Nebî Kotî ji navçeya Dirbêsiyê ye yê ku di 1995’an de bi rêbetî re rûniştiye, komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ev roj di dîroka gelê Kurd de li her çar parçeyên Kurdistanê rojeke reş e."

Kotî da zanîn ku hedefa komployê ne tenê rêber Ocalan bû, lê belê gelê Kurd bû jî û wiha dewam kir: "Hedef ji komployê dûrxistina gelê Kurd ji felsefe û fikra rêbertî ya demokratî ye. Dewleta Tirk û tevahî dewletên beşdarî komployê bûne hedefa wan têkbirina doza Kurd, îmhakirina çand û zimanê wê ye."

FELSEFEYA RÊBERTÎ ÇARESERÎ YE

Kotî bal kişand ser sedemên tecrîdê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Dewleta Tirk baş dizane ku fikir û felsefeya rêber Ocalan çareserkirina nakokî û şerên li Rojhilata Navîn e, lê çareserkirina doz û nakokiyan ne ji berjewendiyên Erdogan e. Ji ber dewleta Tirk ji dema Osmaniyan de dewleteke dagirker e. Me ev yek jî di Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de dît, piştî li Lîbya û niha jî şerê Ermenistanê dike."

Kotî bavê şehîda ku li Serêkaniyê şehîd bûbû li ser rola rêxistinên navneteweyî û mirovî der barê girtina rêber Ocalan de wiha pirs kir: "Ocalan siyasetmedar e û parastina mafên gelên bindest ên ku azar ji dest dewletên zilimdar kişandine, dike. Çawa dewleta Tirk ji 21 salan ve girtiye û nahêle ne parêzer ne jî malbat wî bibînin. Ev sûc li pêşberî çavên rêxistinên xwe bi rêxistinên mirovî û navneteweyî bi nav kirine pêk tên, divê bi rola xwe rabin û sînorekî ji dewleta Tirk re deynin."

Kotî piştrast kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê soz ji dema girtina rêber Abdullah Ocalan de da xwe ku ji fikira wî pêngavê bi paş ve neavêje û banga azadiya ji girtîgeha Îmralî û pê re jiyana bi aştî dikin û wiha domand: "Ji pêkhateyên herêmê di vê demê de tê xwestin ku bi yek deng û dest bin. Ji ber dem dema yekitiya Kurd e ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bisekinin û rêber Ocalan rizgar bikin."

KOMPLOYÊ FIKIR Û FELSEFEYA RÊBERTÎ HEDEF GIRT

Elî Hac Silo ji naveya Tibespiyê ye, di destpêka salên 90’î de piştî şehîdbûna kurê birayî wî Emîn Silo yê şervanê Tevgera Rizgariya Kurdistanê, fikira rêber Abdulah Ocalan nas kir. Elî Silo wiha axivî: "Fikra Ocalan li gorî min pêngaveke mezin di jiyana min de bû. Ji ber fikra ku bang azadî û demokrasiyê ji hemû pêhateyên li Rojhilata Navîn re dike."

Elî Silo rave kir ku komplo ne tenê li dijî şexsê rêbertî bû, lê belê li dijî fikir û rêgezên wî yên banga azadî û demokrasiya tevahî gelên bindest dike bû, bi taybet jî ji bo gelê Kurd.

RÊBERTÎ TEVAHÎ CÎN Û BEŞÊN CIVAKÊ AVA Û PERWERDE KIR

Silêman Silêman, bavê şehîd Xeyredîn ê di 1995’an de şehîd bû û şehîd Nesredîn ê di 1997’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, di 1994’an de bi rêber Abdullah Ocalan re rûnişt û helwestek ku li pêş wî çêbû bi bîr xist û wiha got: "Kesekî pirtûkek pêşkêşî rêber Abdullah Ocalan kir, rêbertî jî piştrast kir ku çi pirtûkeke xizmeta gel nake pê itîraf nake û naxwaze. Pirtûka ku xizmeta berjewendiyên gel dike pê itîraf dikin û ji tevan re dixwînin."

Bavê şehîd Xeyredîn û Nesredîn diyar kir ku ji kevin de şoreşên Kurd bi girtin an jî şehîdbûna rêveberên wê bi bin diketin. Lê şoreşa rêber Ocalan bi saya fikir û felsefeya banga azadî û demokrasiyê dike mezin bû. Ji ber ku rêbertî çîn û beşên civakê ava û perwerde kir."

Li aliyekî din jî Ferhan Îbrahîm bavê şehîd Baz ê ku di 2016’an de şehîd bûbû, fikra rêber Abdullah Ocalan di destpêka salên 90’î de nas kir. Îbrahîm bi lêv kir ku rêber Abdullah Ocalan gel ji xewê şiyar kir û bi rêya wî hat naskirin ku Kurdistan heye. Divê sînor û gelê wê bi têkoşîna xort û keçên wê bibe yek.

Ferhan Îbrahîm li dawiyê got komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan mohreke şermînî li eniya dewletên ewropî ye ku rêbertî radestî dewleta Tirk kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KzEsqbffMBQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>