Li Hesekê dewreya erka xweparastin a jinên Kurd û Ereb hat vekirin

Yekemîn dewreya perwerde ya jin ji bo erka xwexê parastinê di 1 ê meha Cotmehê de li bajarê hesekê bi girseyekî mezin hat vekirin.

Li Hesekê dewreya erka xweparastin a jinên Kurd û Ereb hat vekirin
2 cotmeh, 2020   08:38
HESEKÊ

Di 1’ê Cotmehê de li bajarê Hesekê yekemîn dewrêya perwerdêyê ya ku jinên Ereb û Kurd pek tê destêkir.

Perweda ya ku ji bo pêşxistina xwe parastina jin di nav civakêde hate destpekirin de, wê li gel dersên  leşkerî dersên birdozî jî bê dîtin. Kesên ku beşdarî vê dewreyê bûn, gotin ku, ew êdî têgihiştine ku parastina civakê bê jin pêk nayê û ji bo ku bikarin di parastin û pêşxistina civakê de rol bilîzin beşdarî vê perwerdeyê bûne.

Jina bi nave Cîhan Hesekê ku beşdarî dewreya perwerdê bûye, kefxweşiya xwe anî ziman û got ku, “Piştî em tevlî vê hêzêbûn me fehmkir ku, jin jî dikare hem leşkertî bîke hem jî sîyaset bike. Ev ne tenê karê zilam e. êdî herkes dizane ku jin jî dikarin di xweparastinê de cih bigirin û roleke giring bilîzin.”

Ji endama dewreya erka xweparastinê Sûed Selame jî ku ji pêkhateya ereb e bang li herkesekî kir ku beşdarî nav refê erka xweparastinê bibin û ev bangawazî kir, “Ez wek jinek Erebim û tevlî erka xweparastinê bûme. Ji bo parastina jin, bangawaziya min ji bo tevahî jinên ereb ewe ku tevlî erka xweparastinê bibin û xwe û axa xwe biparêzin.”

Dewreya perwerdeyê piştî sûnd xwarina şervanan bi şahiya ku hate çêkirin despêkir.