​​​​​​​Zelal Ceger: Peyama dewleta Tirk ji hemleya girtinê ‘Ez ê serkeftina we ya li Kobanê têk bibim’

Zelal Ceger diyar kir ku AKP gelê Kurd tesfiye dike, her wiha hemleya girtinê ya dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama wê ‘dê serkeftinên we li Kobanê pêk anîne têk bibim’ e. Li aliyekî din jî bang li PDK’ê kir ku sedemên kolandina xendekan li seranserê sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê ji Sêmalka heta bi Şengalê eşkere bikin.

​​​​​​​Zelal Ceger: Peyama dewleta Tirk ji hemleya girtinê ‘Ez ê serkeftina we ya li Kobanê têk bibim’
29 îlon, 2020   06:47
QAMİŞLO-EKREM BEREKAT

Desthilata Tirk dest bi hemleya qirkirina siyasî li dijî parlamenterên HDP’ê, siyasetmedar, çalakvan  û rêxistinên jinan kir û bi navê hemleya Kobanê hatiye binavkirin. Girêdayî vê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger wiha got: "Ev hemle bi hedefa vejandina çeteyên DAIŞ’ê ye. Dewleta Tirk hewl dide planên xwe yên li Rojava têk çûne, li Bakurê Kurdistanê pêk bîne."

Zelal Ceger wiha piştrast kir: "Ji bo sekna li hember hemleyên qirkirin û êrişên li dijî gelê Kurd, pêdiviya me bi yekitiya nîştimanî heye. Divê gelê Kurd têkoşînê bilind bikin, gavekê jî bi paş ve neavêjin, piştevaniya hemleyên ji bo têkoşîn û azadiya gelê Kurd bikin."

Desthilata Tirk dest bi hemleya girtinê li dijî siyasetmedar û çalakvanên Kurd li Bakurê Kurdistanê kiriye, bi nêrîna we hedef ji vê hemleyê çi ye?

Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrişên tund li dijî Kobanê pêk anîn. Ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê piranê gelê cîhanê serî hildan, ji nav jî gelê Bakurê Kurdistanê ye û ji mafên wan e piştevaniya gelê Rojava bikin. Gelê Rojava piştevaniya şênî û ciwanên Bakurê Kurdistanê ji bîr nakin. Bi rêya vê piştevaniyê serkeftinên mezin î dîrokî li Kobanê çêbûn.

Ya herî balkêş niha ew e ku AKP’ê dest bi hemleya destgîrkirinê li dijî çalakvan û siyasetmedarên ku xwepêşendanên piştgiriya berxwedana Kobanê li Bakurê Kurdistanê li dar ketine, kiriye. Wan çek ranekir û şerê DAIŞ`ê nekir. Tenê xwepêşendan û çalakî li ser sînor li dar xistin da ku desteka berxwedana Kobanê bikin û ji bo rêgirtina li pêşiya derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve, bibin mertalên zindî.

Dewleta Tirk niha her kesê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê sekiniye, digire. Hemû dizanin, berxwedana li hemberî DAIŞ`ê tê wateya parastina nirxên mirovahiyê. Gelê Bakurê Kurdistanê jî li hemberî DAIŞ`ê sekinî.

Di vê Hemleyê de 82 kes hatin girtin. desthilata Tirk wan bi orgenîzekirina çalakiyên sala 2014`an li dijî çeteyên DAIŞ`ê tawanbar dike. Ev yek îsbat dike ku AKP`ê hilweşîne DAIŞ`ê tehemul nekiriye. Ji ber ku tunebûna DAIŞ`ê Adara 2019`an li Baxozê, destpêka hilweşandina dewleta Tirk û AKP`ê bû. Lewre hêrsa xwe li ser gel boş dike. Siyasetmedarên HDP, serokên şaredariyan û çalakvanan digire. Her wiha her kesê ku  civak bi rêxistin kir da ku nirx, rêgez û mafên wê biparêze digire.

Dewleta Tirk ji vê hemleyê vejandina çeteyên DAIŞ`ê armanc dike. Hewl dide plana ku li Rojava tê çûye, li Bakurê Kurdistanê pêk bîne.

Dewleta Tirk êrişa xwe ya dawîn li dijî siyasetmedaran li Bakurê Kurdistanê bi hemleya Kobanê bi nav kir, bi nêrîna we peyama ku dewleta Tirk dixwaze ragihîne gelê Rojava û gelê Kurd çi ye?

Gelê Kurd û gelên herêmê li Kobanê serkeftineke mezin bi dest xist. Dewleta Tirk bi destpêkirina hemeleyekê bi navê Hemleya Kobanê li dijî siyasetmedaran, dixwaze peyamekê bide ku; Erê we serkeftinek bi navê Kobanê bi dest xist, lê ez ê wê serkeftinê di bin vê navê de têk bibim. Her wiha dixwaze vîna civakê jî bişkîne û tirsê di nava gelê Kurd bi giştî de belav bike.

Ji wê zêdetir, dewleta Tikr dixwaze bi rêya vê hemleyê binkeftina xwe li Kobanê binuxmîne. Ev jî asta zaîfûna AKP`ê nîşan dike. Bi rêya van rêbazan, AKP`ê hêdî hêdî xwe bi xwe tune dike.

Wek tevgereke civakî li hemberî siyasetên dewleta Tirk ji we û ji gelê Rojava çi tê xwestin?

Di vê dawiyê de gelek bertekên mezin li hemberî siyasetên dewleta Tirk derketin. Weke tevgereke civakî û demokratîk a ku nûnertiya saziyên civaka sivîl dike, em diyar kirin ku em li dijî van siyasetên ku dewleta tirk li dijî gelê me dimeşîne. Têkoşîna me berdewam e û divê em asta wê mezin bikin. ji ber ku dewleta Tirk li ser tevahiya astên siyasî, civakî û çandî hewl dide gelê me qir bike. Ne tenê li Rojava lê belê li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî.

AKP`ê dixwaze gelê Kurd tesfiye bike. Lewre ji gelê Kurd tê xwestin ku li hemberî van siyasetan bibe yek û tek helwestekê nîşan bide.

Tevahiya partiyên ku gihaştina desthilata Tirkiyê, gelê Kurd dikin hedef. We bi bîr xist ku armanc tesfiyekirina Kurdan e, gelo niha çi ji hêz û partiyên siyasî tê xwestin?

Ji tevgerên AKP`ê mirov dikare tê bigihêje ku ew her tim hewl dide Tevgera Azadiya Kurdistanê yak u nûnertiya gelê Kurd dike, tê bibe. Niha ji gelê Kurd û Kurdistanê tê xwestin ku li hemberî van kirinên AKP`ê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn li ber xwe bidin.

Divê gelê Kurd bibe yek û yekitiye neteweyî bike bingeha têkoşîna xwe. da ku em karibin mafên xwe biparêzin. Divê êrişên AKP`ê li dijî HDP`ê weke êrişên lidijî Rojava werin dîtin. Êrişên li dijî Rojava êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê ne, êrişên li dijî Başûr êrişên li dijî Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji ber ku AKP`ê cudahiyê naxe navbera gelê Başûr anjî Bakur an jî Rojava. Xema wê ya tekane tunekirina Kurdan e li ku derê dibin bila bibin.

Dewleta Tirk gelek hemle li dijî gelê Kurd meşandine. Hemleyên wê li dijî Rojava têk çûn. Niha jî hemleya wê ya li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Başûrê KUrdistanê li Heftenînê têk diçin. Di encama wê binkeftinê de, niha dest bi hemelya li dijî siyasetmedaran, gel û HDP`ê ya ku nûnertiya gelê Kurd û gelê demokratîk a li Tirkiyê dike, kir. Divê gelê me li Bakurê Kurdistanê bizanibin ku bi hezaran ciwanên gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê û cîhanê piştgiriya wî dikin. Em bawer dikin ku gelê Bakur wê gav paşde nevêje û dê têkoşîna xwe bidomîne.

We piştrast kir ku çareseriya tekane ji bo sekinandina li hemberî siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne, yekitiya neteweyî ye ku divê bibe bingeha têkoşînê. Li aliyekî din em dibînin ku PDK xendeqan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dikole, gelo heta kijan radeyê ev kirin bandorê li yekitiya neteweyî dike?

Ev kirinên PDK`ê, li cem me jî cihê pirsan e. di dema ku dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û herêmên Kurdan dagir dike û her kesê nêzî sînor bibe dike hedef, PDK`ê xendeqan li ser xeta sînor dikole û hêzên xwe li wir zêde dike.

Em dixwaze PDK`ê pirs bikin, gelo çima di dema ku dewleta Tirk hebûna gelê Kurd dike hedef, xedeqan dikole? Heke ev kirin nakeve xizmeta dewleta Tirk û planên wê, gelo xizmeta kê dike?

Divê PDK`ê sedemên kolandina xendeqan ji Sîmalka heta Şengalê diyar bike.

Em dipirsin gelo PDK`ê dixwaze bi hevkariya dewleta Tirk êrişî Rojava bike? An jî dorpêça aborî û siyasî li ser Rojava tengav bike? An jî ew li dijî yekitiya neteweyî ye? Divê PDK`ê van pirsan bibersivîne. Ji ber ku tevgerên wê li dijî yekitiya Kurd û doza Kurd in. Ew mîna derbeyekê li dijî yekitiya neteweyî ye.

Niha ji gel û partiyên Başûrê Kurdistanê tê xwestin ku li hemberî kirinên PDK`ê bisekinin.

Peyama we ji gelê Kurd re çi ye?

Ji bo sekinandina li hemberî hemleyên qirkirinê û êrişên ku rastî gelê Kurd tên, pêwîstiya me bi yekitiya neteweyî heye, divê gelê Kurd têkoşînê bidomîne û paşde gav nevêje. Desteka pêngavên ku ji bo têkoşîn û azadiya gelê Kurd hatine destpêkirin, bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4xN0_JfO_z8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>