Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvegera şehadeta Rustem Cûdî de got “Li hemberî şerê taybet pêwîst e asta têkoşîn û berxwedanê were bilnidkirin. Armanca me rizgarkirina axa dagirkirî ji dewleta Tirk e."

Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan
Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan
Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan
Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan
Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan
Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan
Şehîd Rustem Cûdî hate bîranînan
27 îlon, 2020   11:44
HESEKÊ

Hevserokê PYD`ê Enwer Muslim di merasîma ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, di nav de şehîd Rustem Cûdî, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li Berkevirê axivî.

Enwer Muslim, endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulkerîm Saroxan, hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen û nûnerên partiyên siyasî û şêniyên Dirbêsiyê tev li merasîmê bûn.

Enwer Muslim axivî û got: “Ev neh sal e ku Rustem Cûdî şehîd bûye. Rast e şehîd bûye lê di nav me de zindî ye.”

Muslim da zanîn ku piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ragihandina Rêveberiya Xweser, tiştekî asayî bû ku hêzên dijber di serî de AKP êrişî herêmê bike û gelên wê bike hedef.

Muslim wiha domand: “Çeteyên ku dewleta Tirk ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk bi kar anîne, Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê hemû li hemberî vîn û hêza pêkahteyên herêmê bi bin ketin.”

Muslim di nav axaftina xwe de behsa şerê taybet ê ku dewleta Tirk li herêmê dimeşîne, kir û got: “Li hemberî vî şerê taybet divê em asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Armanca me rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker e, mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û hemû herêmên dagir kirine.”

Muslim di dawiya axaftina xwe de şehîd Rustem Cûdî û tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna civakeke demokratîk û azad da.

Paşê bi navê malbata şehîd Rustem Cûdî birayê wî Xelîl Osman axivî û bixêrhatina beşdarên merasîmê kir û got: “Em bejna xwe li hemberî giyanê şehîdan ditewînin. Şehîd Rustem Cûdî ji bo azadiya gelê xwe û ji bo bi rûmet bijî canê xwe feda kir.”

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tIQneTiXxHE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>