Ҫavkaniyan: 15 kes di kemîna DAIŞ`ê li Nîcîriya de hatin kuştin 

Ҫavkaniyên ewlehiyê yên Nîcîriyayê ragihandin ku 15 kes di êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser kerwanê waliyê Boron bakur rojhilata Nîcîriyayê hatin kuştin.

Ҫavkaniyan: 15 kes di kemîna DAIŞ`ê li Nîcîriya de hatin kuştin 
26 îlon, 2020   12:00
NAVENDA NÛҪEYAN

Ҫavkaniyan diyar kir ku  hêzên radîkal ên girêdayî rêxistina DAIŞ`ê 15 kesên ewlehî di kemîna li ser kerwana waliyê Boron bakur rojhilata Nîcîriyayê de kuştin.

Çavkaniyan ji AFP`ê re got ku 8 ji polîs, 3 leşker û 4 endamên milîsên girêdayî hikumetê di kemîna DAIŞ`ê li ser kerwana waliyê Boron Babagana Omara Zolom nêzî bajarokê Baga li ser qeraxên gola Tişadê hatin kuştin.

Çavkaniyekî diyar kir ku tiştek bi walî nehat, lê 15 kesên ewlehiyê yên di kerwanê de, piştî şerekî dijwar, hatin kuştin.