PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin

PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya xeta sînorê bi Rojava re ava kir û alavên leşkerî lê bi cih kirin.

PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin
PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin
PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin
PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin
PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin
PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin
PDK'ê zêdeyî 40 qereqol li dirêjahiya sînorê bi Rojava re ava kirin
19 îlon, 2020   13:52
QAMIŞLO

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), çekên giran nêzî Deriyê Sînor ê Pêşxabûr a beramberî Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bi cih kirin û dest bi avakirina qereqol û nuqteyên leşkerî kir.

Ev gav di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û herêma Heftenînê zêde kirine, hate avêtin.

Li gorî çavkaniyan, PDK'ê heta niha derdora 40 qereqol li dirêjahiya xeta sînor a bi Rojava re ji qontarên miqabilî Deriyê Sêmalkayê bigire heta digihêje Pêşxabûrê bi dehan qereqol ava kirin.

Li sêkoşeya sînor (Bakur, Başûr, Rojava) 3 qereqol hatin avakirin, her wiha liv û tevgera leşkerî û bicihkirina çekên giran li herêma Pêşxabûr hate dîtin.

Siyaseta ku PDK'ê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, eynê siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku di dîwar û xeneqan di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê lê dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bHykOG07Skw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>