​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir

Malbendiya Heleb a Rewşenbîran şevbuhêrkeke helbestan ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê li dar xist.

​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
​​​​​​​Bi helbestan berxwedana Heftenînê silav kir
11 îlon, 2020   17:23
HELEB

Şevbuhêrk li hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdarbûna gelek helbestavan û şêniyan hate lidarxistin.

Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Malbendiya Heleb a Rewşenbîran Leyla Xalid axivî û behsa rola rewşenbîran di zanekirina civakê û piştgiriya dozên gel de kir.

Helbestvan, Bavê Cengê, Mihemed Elî, Ridwan Agirî, Farûq Feqî, Emîn Elîko, Şirîn Dawud, Muna Kêt, Ronahî Mulm, Îsa Ehmed, Elî Heydar, Yara Hesko, Heysem Mistefa û Rojîn Mûsa helbestên xwe xwendin.

Helbest li ser berxwedana Heftnînê, banga yekitiya Kurdî, berxwedana Efrînê.

Dengbêj Ehmedê Xanê stranek li ser berxwedana Efrînê got.

ANHA