Piştî ku Fethî Başaxa vegerî ser kar xwepêşandanan dîsa dest pê dikin

Piştî wezîrê karên hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaaxa vegerî ser erka xwe, Tevgera 23’yê Tebaxê bang li gelê Lîbyayê kir ku îro dakevin qadan û rewşa heyî protesto bikin.

Piştî ku Fethî Başaxa vegerî ser kar xwepêşandanan dîsa dest pê dikin
4 îlon, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja pêncşemê tevgerê bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştî ku di navbera serokê hikumetê Wîfaqê Fayiz El-Sîrac û wezîrê karên hundirîn ê hikumetê Fethî Başaxa de nakokî derket, nêzî hefteyekê xwepêşandan sekinîn, lê niha careke din dest pê dikin.

Tevgerê di daxuyaniyê de bang li gelê Lîbyayê kir ku îro li Qada Şehîdan a li naverasta paytexta Terablusê kom bin û ji bo parastina xwestekên xwe yên başkirina rewşa civakî û aborî protestoyan berdewam bikin.

Hikumeta Wîfaqê di çareserkirina dosyayên gendeliyê de, hegamonyaya milîsên çekdar ji biryar û diyarkirina çarenûsa dewletê û aboriya giştî dixe xizmeta çeteyan, pê re proseya rêvebirinê bi ser nexist û nerazîbûn derketin holê.

Fethî Başaaxa eşkere kir ku  tevgerê ji Meclisa Serokatiyê û hikumeta Wîfaqê xwest ku yekser endamên damezrînerên tevgerê yên li cem milîşên çekdar girtîne, serbest berde û der barê çewisandina milîsan ji xwepêşandêran re lêpirsîn were destpêkirin.

Tora Erebiyê destnîşan kir ku serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Sîrac, piştî Tirkiye navbeynkarî kir, wezîrê hundirîn ê Wîfaqê Fethî Başaxa vegerand ser kar.

Çavkaniyan ji  Erebiyê re diyar kir ku piştî rûniştina lêpirsînê wezîrê karên hundirîn vegerî ser karê xwe.

(eh)