'Rêber Ocalan her tim qala aştiyê dikir'

Malbatên şehîdan ên ku bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine, diyar kir ku kilîta çareserkirina pirsgirkên Rojhilata Navîn û Sûriyê di destê Ocalan de ye û got tecrîda li dijî wî li dijî nirxên mirovahiyê ye.

'Rêber Ocalan her tim qala aştiyê dikir'
2 îlon, 2020   06:01
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Di demên dawîn de bi taybetî piştî piştrastkirinên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), li seranserê Kurdistanê bertekên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan zêde bûn.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê nêrînên malbatên şehîdan ên ku di salên 90`î de bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne, girtin.

Dayika şehîd Reşîd, Sureya Hebeş di navbera salên 1994 û 1997`an de li taxên Hamdaniyê û Suryan ên bajarê Helebê çend caran bi rêber Ocalan re hevdîtin kir. Sureya got: "Rêber Ocalan her tim behsa aştiyê dikir."

Sureya destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan jî teqezî bi yekrêziya Kurdan dikir û got: "Ocalan şîret li gel dikir ku têgehên biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û cîhanê de bi pêş bixin."

Sureya wiha berdewam kir: "Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ya dewletên sermayedar hat girtin û birin girtîgeha girava Îmraliyê. Her wiha tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kirin û hevdîtina bi parêzer û malbatê re qedexe kirin."

Sureya Hebeş bal kişand ser rapora CPT`yê û wiha got: "Komîteyê piştî serdana xwe ya ji bo girtîgeha Îmraliyê, di rapora xwe de ya piştrast kir ku li Îmraliyê binpêkirinên pêk tên. Wekî em dizanin jî rêber Ocalan tu sûcên li dijî yasa û pîvanên civakî pêk neanîne û tenê daxwaza mafên xwe û gelê xwe kir."

 Sureya bang li hemû rêxistin û sendîkayên mafên mirovan nemaze li Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanê  û Konseya Ewlehiyê kir ku li kêleka rastiyê bin, tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin û wî ji girtîgehê derxin.

‘RÊBER ABDULLAH OCALAN LI SER BÛYERÊN LI HERÊMÊ DIQEWIMIN PÊŞBÎNÎ KIRIBÛ’

Ismat Şêxo ku bavê şehîd Egîd e, di 1997’an de li taxa Eşrefiyê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şêxo diyar kir ku Ocalan li ser bûyerên li herêmê diqewimin, pêşbînî kir û got: "Di civînan de Ocalan qala gelek pirsgirêk û rêbazên çareserkirina wan kir. Ocalan got dê gelek krîz li Rojhilata Navîn û bi taybetî li welatên Şamê rû bidin û dê kurd xeteke din bigirin û welatên ku piştgiriya Kurdan bikin dê di şer de bi ser bikevin. Wê demê me baş ji Rêbertî fêm nedikir, lê piştî 25 salan me axaftina Ocalan fêm kir."

Şêxo girtina rêber Abdallah Ocalan di 1999’an de wekî karekî bêexlaqî bi nav kir û got: “Çawa rêberê gelekî bi dehan salan bindest tê girtin û tecrîdeke giran lê ferz dikin. Her wiha hevdîtina bi parêzer û malbatê re jî hatiye qedexekirin. Ev yek li dijî pîvanên mirovahiyê ye."

Şêxo teqez kir ku kilîta çareserkirina tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Sûriyê di destê rêber Ocalan de ye û ew bi ramanên xwe dikare aştiyê li seranserê Rojhilata Navîn belav bike.

ANHA