​​​​​​​'Dewleta Tirk peyman û pîvanên navnetewî binpê dike'

Hiqûqnasên li navçeya Til Temirê bêdengiya civaka navdewletî, hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li hemberî sûcên rejîma Tirk ên li dijî çalakvanên hiqûqî û siyasî şermezar kirin û got:"Dewleta Tirk peyman û pîvanên navnetewî binpê dike."

​​​​​​​'Dewleta Tirk peyman û pîvanên navnetewî binpê dike'
2 îlon, 2020   01:36
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Rejîma dewleta Tirk bi serkêşiya AKP'ê binpêkirniên xwe yên li dijî girtiyên siyasî, parêzger û rojanemvan didomîne.

 Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku bi dozeke adil di gireva birçîbûnê de bû û rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû, piştî 238 rojan jiyana xwe ji dest da.

Desthilata Tirkiyê ji bo veqetandina heval û alîgirên Ebrû yên ku hewl didan cenazeyê wê li avahiya Meclisa Tiba Edlî lêkolîn bikin, tundî û gazên rûndik rêjî bikar anî û di dema definkirina cenaze de jî astengî derxistin.

Girêdayî mijarê, hiqûqnasên navçeya Til Temirê ji ANHA'yê re axivîn.

Hiquqnas Selwa Silêman got: "Deshilta Tirk cezayê 13 salan girtin li Ebrû birand. Parêzer Ebrû cezaya li dijî xwe ya ku madeya 6'an a peyamana Ewropa ya mafên mirovan binpê dike, red kir û daxwaza ji nûve dadgekirinê kir. Li ser vê yekê 238 rojan di gireva birçîbûnê de ma, ta jiyana xwe ji dest da."

Selwa Silêman destnîşna kir ku şehîd Ebrû mînake herî mezin a kesayeta siyasî û hiqûqî ye ku siyaseta dewleta Tirk red kir û mîna Leyla Guven di girtîgehê de dest ket gireva birçîbûnê. Selwa axaftina xwe wiha domand: "Şehadeta wî ya ji ber gireva birçîbûnê wijdanê rêxistinên mirovî û hiqûqî ne livand. Tevî ku dewleta Tirk rêzê ji mafên mirov û girtî û azadiya nêrîn nagire û edaletê pêk nayêne lê dewletên Ewropa, rêxistnên hiqûqî û mirovî li hemberî van kiryarên wê bêdeng in."

Selwa Silêman di dawiya axaftina xwe de bêdengiya civaka navdewletî, hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li hemberî sûcên rejîma Tirk ên li dijî çalakvanên hiqûqî û siyasî şermezar kirin û got: "Tirkiyê hemû peyman û pîvanên navnetewî yên derbarê azadiya nêrîn de binpê dike."

Parêzer Mihemed Baqî Hisên bi bîr xist ku piştî hilweşandina peymana aştiyê ya sala 2016'an a di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê de, dewleta Tirk bi serkêşiya AKP'ê dest bi girtina endam û hevserokên Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), rojnamevan, hiqûqnasên ku parastina gelê Kurd  kir. Her wiha hemû radio û televîzyonên ku bi zimanên kurdî weşanê dikin û medayayên opozisyona siyasî ya Tirkiyê girtin.

Hisên axaftina xwe wiha domand: "Desthilata Tirkiyê berisva banga girtiyên di gireva birçîbûnê de û dadgeha adil neda, ji ber ku AKP'ê dadgehê hikum dike û dadgehê ji bo siyasetên xwe bi kar tîne."

Hisên destnîşan kir ku helwesta rêxistinên mafên mirovan û rêxistniên ewropî li hemberî siyasetên Tirkiyê pir lewaz û şermok e û wiha domand:"Tevî ku dewleta Tirk peymanên mafên mirovan bi dewleta Ewropayê îmze kir da ku beşdarî Yekitiya Ewropayê bibe, lê binpêkirinên desthilata Tirkiyê yên li dijî hiqûqnas û girtiyan şermezar nake."

Parêzer Mihemed Baqî Hisên di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku parêzera şehîd Ebrû ji bo pêkanîna edaletê li Tirkiyê û avakirina dadgeheke adil ji bo hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyê têkoşiya û di oxira wê de canê li ser da.

ANHA