Artêşa Tirk û çeteyên wê 6 bira û zarokên wan revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gelek sivîl ji gundên kantona Efrînê ya dagikirî revandine.

Artêşa Tirk û çeteyên wê 6 bira û zarokên wan revandin
28 tebax, 2020   12:17
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê piştrast kir ku çeteyên ‘El-Emniyat’ ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên polîsên leşkerî yên li Efrînê 6 bira û zarokên wan ên ji gundên Şêx Kêlê yê girêdayî navçeya Mataba revandin.

Rêxistinê navên kesên hatine revandin, eşkere kir ku ew jî ev in; Îsam Mihyedîn Şêx Kêlo û dayika wî Letîfa ya 55 salî, Nûrî Mihyedîn Şêx Kêlo û dayika wî Letîfa ya 57 salî, Farûq Mihyedîn Şêx Kêlo û dayika wî  ya 44 salî, Mihyedîn Çîçek Şêx Kêlo yê 35 salî, Miqdad Çîçek Şêx Kêlo (33) û Şekîb Nûrî Şêx Kêlo(23).

 Her wiha rêxistinê da zanîn ku welatiyê bi navê Îsam Şêx Kêlo yekser serbest hate berdan û yên din birin navendên El-Emniyat ên li Efrînê yên li Çerxerêya Kawa û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyên polîsên sivîl ên girêdayî artêşa Tirk duh welatiyên bi navên Reşîd Bîlal (56) ê kurê Menan û Fatma, Kawa Hido (43) ê kurê Seîd û Zelûx yên ji gundê Şekato yê navçeya Şiyê revandin.

(eh)

ANHA