Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn eşkere kirin

Rayedarên Komîna Sînemayê ya Avîrn destnîşan kir ku Mîhrîcana Lêlûn a navneteweyî dê di nav kampên koçberan de li Şehbayê li dar bikeve. Her wiha eşkere kir ku heta niha 2 hezar û 200 fîlm ji 150 dewletan girtine. Ji wan 58 fîlm li gorî hejmara rojên Berxwedana Serdemê ya qonaxa yekemîn hilbijartine.

Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn eşkere kirin
28 tebax, 2020   11:59
ŞEHBA

Bi tevlêbûna gelek dazgehên çapemeniyê, berpirsên Komîna Sînemayê ya Avrîn civîneke çapemeniyê li Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê li dar xist. Ji bo ku amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn a navneteweyî ya ku tê payîn di 21`ê Îlonê de li dar bikeve, eşkere bikin.

Endamê rêveber ê Komîna Sînema Avrîn Mihyedîn Arselan di kongreyê de axivî û diyar kir ku wan bi armanca eşkerekirina xebatên şeş mehan a lidarxistina Mîhrîcana Lêlûn a navneteweyî, ev kongre li dar xist.

Arselan îşaret pê kir ku ew ji pêşendana mîhrîcanê li kantona Şehba û di nav koçberan de, armanc dikin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmên dagirkirî û koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bişkînin.

Arselan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ku ew ji lidarxistina mîhrîcanê di vê dema hesas û dijwar de li gel belavbûna vîrûua Korona li cîhanê, dixwazin azarên koçberan bi rêya kesayetên navdar ên ku di warê sînemayê de kar dikin, ragihînin derve.

Li gorî Arselan 2 hezar û 150 fîlm ji 150 dewletan hatine girtin. jê 58 fîlm li gorî hejmara berxwedana şêniyên Efrînê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatin pejirandin.

Arselan piştrast kir ku mihrîcan dê li Kampa Berxwedan di nav koçberên Efrînê de lidar keve û wiha domand: “Em hêvî dikin ku ev mihrîcan li cîhanê deng vede û bal bikişîne ser bêdengiya navdewletî li hember dagirkirina herêmên xwe ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve.”

Di kongreyê de deriyê pirsan ji rojnamevanan re hate vekirin. Rêveberên komînê jî bersîva wan da û diyar kir ku fîlm tenê wê li Şehbayê werin pêşandan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ybqs9GBHBRI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>