Meral Çîçek: Eger AKP`ê ji hevpeymana Istanbolê vekişe, têkoşîna jinan nayê tunekirin

Nûnera Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek, "Eger AKP’ê îmzeya xwe ji hevpeymana Istanbolê paşve bikşîne, têkoşîna jinan nayê tunekirin. Divê jinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hev re têkoşîneke gelekî xurt bidin meşandin ku deskeftiyên xwe biparêzin. Ev pêvajo derfetên têkoşîna hevbeş ava dike.”

Meral Çîçek: Eger AKP`ê ji hevpeymana Istanbolê vekişe, têkoşîna jinan nayê tunekirin
23 tebax, 2020   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Encama polîtîkayên dijberiya jinan a AKP/MHP’ê rojane li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jin tên qetilkirin, tecawizkirin û bi her cûreyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Li dijî tundiya li ser jinan hikûmeta AKP/MHP’ê heya niha tu tedbîrên pêşîgirtinê negirtine, mixabin ji bo teşwîqkirina tundiyê tev digere. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di meha Tîrmehê de zilaman 36 jin qetil kirin û 11 jinan jî jiyana xwe ji dest daye.

Ev bû demek ku îktîdara AKP/MHP’ê nîqaşa planên vekişandina ji peymana Stanbolê diket.

Têkildarî mijarê, Nûnera Navenda Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek ji ajansa me re axivî.

‘DEWLETÊN KU EV PEYMAN ÎMZE KIRINE, DIVÊ PÊK BÎNIN’

Meral Çîçek bal kişand ser pêşengtiya jinan di avakirina peymana Stanbolê de û got: “Li Tirkiyê jinên femînîst pdi diyarkirina naveroka peymanê de rolek girîng lîstin. Taybetmendiya vê peymanê ew e ku yekemîn peymana li dijî tundiya li ser jinan e. Hedefa vê peymanê pêşlîgirtina tundiya li ser jinan û parastina mafên wan e. Ev peymana navnetewî ya mafên jinan erkên dewletan jî li dijî tundiyê diyar dike. Dewletên ku ev peyman îmze kirine divê pêk bînin jî.”

‘DEWLETA TIRK XWEST PEYMANÊ WEK AMÛREKÎ BI KAR BÎNE’

Meral Çîçek diyar kir ku pirsgirêka pêkanîna vê peymanê li Tirkiyê heye û ev nirxand kir:" Kampanyayên ku li Tirkiyê tên meşandin yek ji sloganên wan ên esasî ‘Peymana min pêk bîne’ ye. Di nav 10 salan de AKP/MHP’ê ev peyman pêk neaniye. AKP’ê taybet xwest vê peymanê ji bo berjewendiyên xwe wekî amûrekî bi kar bîne. Heman nêzîkatiyên AKP’ê ji bo proseya aştî, azadiya mafên jinan de jî hat meşandin. Dewletên ku ev peyman îmze kirine divê di qanûnên xwe de jî cih bidin xalên peymanê, kursiyan ava bikin, bername û xebatên taybet ji bo çavkaniyên tundiyê lêkolîn bikin û bi pêş bixînin. Yek ji van xalan jî li Tirkiyê nayên meşandin.”

Meral Çîçek destnîşan kir ku di dema deshilatdariya AKP’ê de taybet van salên dawî tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha dewam kir: “Di pêvajoya hikûmeta AKP’ê de li gor hejmarên fermî tundiya li ser jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Her roj li Tirkiyê jin ji aliyê zilaman vê tên qetilkirin. Li gorî agahiyên sala 2019 an de di nava salekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 474 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin. Ev rewş encama polîtîkayên dewleta Tirk diyar dike û nepêkanîna peymanê eşkere dike.”

‘LI KURDISTANÊ JI BO TEMAMKIRINA FAŞÎZMÊ JIN DIBIN HEDEF’

Meral Çîçek da zanîn ku Peymana Stanbolê ji encama deskeftiyên jinan e, AKP/MHP’ê dixwazin hemû destkeftiyên jinan tune bikin û wiha pê de çû:"Divê em vê dijberiyê wekî şerekî sîstematîk û qirkirina jinan bi nav bikin. Ev şer bi lingên cûda re li çar perçeyên Kurdistanê tê meşandin. Mînak li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî polîtîkayên DAIŞ’ê ku heman hişmendiya dewleta Tirk e jin tên qetilkirin, tecawiz kirin, firotin, revandin. Bi hedefgirtinê re qetilkirina her sê jinên pêşeng li Kobanê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de zextên li ser aktîvîstên jin, saziyên jin re bi giştî li dijî pêşengên jin şerê sîstematîk û berfireh dide meşandin. Dixwazin jinan bêdeng bikin û li derveyî pêvajoya têkoşînê bihêlin. Dibînin ku jin pêşengên berxwedanê ne, ji lew re vê vînê dikin hedef. Ev dewlet li dijî azadiya jinan e û ji bo temamkirina faşîzmê jinan dikin armanc. Tiştên ku peymana Stanbolê dibeje û yên dewleta Tirk pêk tîne li dijberî hev in. Bi vekişandina ji peymanê re hewl didin hişmendiya zilam bi rêxistin bikin.”

‘DERFETÊN TÊKOŞÎNA HEVBEŞ A JINAN HENE’

Meral Çîçek diyar kir ku bi têkoşîna jinan re ev peyman li Tirkiyê hatiye îmzekirin ku niha dixwazin bi rêya komployan re fermî ji vê peymanê vebikişin da ku bi rehetî bikaribin polîtîkayên dijberî jinan bidin meşandin. Meral Çîçek wiha berdewam kir: “AKP li gorî kodên zilamperestî dimeşe. polîtîkayên wan tundiya li ser jinan rewa dike û bi vê yekê jî hewl didin bi jinan bidin qebûlkirin. Pêkanîna peymanê rêya çareserî û ya rast e. Lê diyar e ku bi vê hişmendiya dewleta Tirk di aliyê pratîkî de pêk anîn zehmet e. Ger AKP’ê îmzeya xwe paşve bikşîne jî têkoşîna jinan nayê tunekirin. Divê jinên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hev re têkoşîneke gelekî xurt bidin meşandin ku deskeftiyên xwe biparêzin. Ev pêvajo derfetên têkoşîna hevbeş ava dike.”

ANHA