Hêzên hikumetê êrişî çeteyên dewleta Tirk kirin

Hêzên hikumetê îro çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumetê êrişî çeteyên dewleta Tirk kirin
22 tebax, 2020   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SHOR( hêzên hikumetê carek din herêmên Fitêra, Kensefra, Sefûhin, Bara, Benîn, Rûweyha û Dêrsunbul yên gundewarên başûrê Idlibê  bi moşakan topbaran kirin.  

Doh SOHR’ê diyar kir ku hêzên hikumetê eniyên kelehê û bargehên din li çiyayê El-Turkuman yê bakurê Lazîqiyê û derdor navçeya El-Neyreb û gundê Mecdeliya rojhilatî bajarê Arîha ya gundewarên Idlibê, topbaran kir.