​​​​​​​Li herêmên dagirkirî tundiya li dijî jinan zêde  bûye û rêxistin bêdeng in

Li herêmên artêşa Tirk a dagirker dagirkirine, tundiya li dijî jinan zêde bûye. Jin rojane tên revandin, qetilkirin, tên îşkencekirin û  êrişên cinsî tên. Qaşo rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan jî bêdeng in.

​​​​​​​Li herêmên dagirkirî tundiya li dijî jinan zêde  bûye û rêxistin bêdeng in
20 tebax, 2020   02:03
MINBIC-SELWA ABDULREHMAN

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, li aliyekî êrişên li dijî jinan zêdetir dike, li aliyê din jî proseyên revandin, qetilkirin, şantaj û destdirêjî pêk tîne. Ji ber vê yekê jiyana sivîlan di xeteriyê de ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku zêdetirî hezar jin hatine revandin û piraniya wan zarok in û çarenûsa zêdetirî 400 jinan hîn jî ne diyar e. Zêdetirî 63 jin hatine qetilkirin, 4`an xwe kuştine, 65 jin hatine tecawizkirin û ji 20 Çileya  2018`an heta Hezîrana îsal zêdetirî 215 jin birîndar bûne.

Li Girê Spî û Serêkaniyê rewş ne cuda ye, hem bi girtina sivîlan û jinan hem jî bi şantajkirina malbatan li beramberî serbestberdana girtiyan fidiyan dixwazin.

Sûcên li dijî jinan ên ku hatine belgekirin asta hovîtiya li herêmên dagirkirî, diyar dike. Di heman demê binpêkirina  biryara NY a 1325`an ku îşaretê bi parastina mafên jinan û zarokan dike.

Rêxistinên Mafên Mirovan ên li  Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dosyaya sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî jinan pêk anîye pêşkêşî NY`yê û Rêxistinên cîhanê yên parastina mafên mirovan dikin, lê dîsa jî tu helwestsên cidî dernakevin  holê.

‘LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ZÊDE DIBE Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊ DENG E’

Endama  Meclisa  Jinan  a bajarê Minbicê Rîm Derwîş got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin bi rêya êrişên hovane û sûcên li dijî gel û nexasim li dijî jinan, jinan bêdeng bikin. Hewl didin bi rêbazên cuda vîna jinan bişkînin û  hegomoniya desthilatê ferz bikin.”

Rîm destnîşan kir ku li  herêmên dagirkirî dewleta Tirk nefretê ji jinan dike û wiha pêde çû: “Ji ber jin bingeha avakirina civakê ye û di  pêvajoya sedsalan de dendika şoreşan e. Di heman demê de heta roja me ya îro jin li dijî faşîzm  û zordariyê sekiniye, banga azadiyê û edaletê dike.”

Têkildarî zêdebûna hejmara jinên têne qetilkirin û êrişên li dijî jinan Rîm wiha got: "Li gorî şopandina me hejmara jinên hatine qetilkirin zêde bûye, lê divê mirov bizane ku ev rewş li pêşberî çavên cîhanê pêk tê û cîhan jî bê deng e. Artêşa Tirk li herêmên dagirkirî li dijî jinan tundirîn siyasetê bi kar tîne, ji qetilkirinê bigire û heta bi girtin, revandin, lewazkirina îradeyan jinan. Çeteyên  DAIŞ`ê jî dema hin herêmên Sûriye serwer kiribû, bi navê îslamê êrişî jinan dikir, ev jî tê wateya ku heman siyaseta ku niha dewleta Tirk dide meşandin, çeteyên DAIŞ’ê jî didan meşandin.” 

Rîm di dawiya axaftina xwe de bang li  rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî  sûcên Tirkiyê bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V-99EMI_PvY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>