Mêtingeriya li ser bedena jinan û xweparastin - 3

Mêtingeriya li ser bedena jinan û xweparastin - 3
20 tebax, 2020   01:18
NAVENDA NÛÇEYAN-HEVÎ HESEN

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jinDi roja îroyîn de li gorî gelek otorîteyan Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê navlênekirî dewam dike. Ev şer piştî sedsalekê dîsa ji aliyê hêzên hegemon ve ji bo parvekirina Rojhilata Navîn tê kirin û destpêka wî şerî jî wek şerê navxweyî yê Sûriyê tê nîşandan.Daneyên me di beşên din de dan, bi tenê çend encamên şerên pergala baviksalar ên 100 salên dawîn bûn. Bêguman ev dane, bi tenê ew in ku ji hêla raya giştî ve hatine zanîn. Aşkerakirina rastiyan û îspata encamên şer her tim bûye karekî dijwar. Her wiha hejmara jinên ku di dema şer û dagirkirinê de bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, tu carî bi awayekî zelal nehate zanîn. Ji aliyekî din ve jî wehşeta hêzên dagirker di şeran de li ser jinan dimeşînin, gelek caran bê berdêl dimîne.

Sedemên sereke yên ku nahêlin sûcên mirovahiyê yên di şeran de cirmê xwe bidin jî; peymanên navnetweyî yên ku mafên jinan mîsoger dikin, xwedî mecbûriyeteke xurt nîn in û îspata bûyerên dermirovî zehmet e.

Di sala 2002’yan de Dadgeha Şer a Navneteweyî hate avakirin û kiryarên dermirovî yên li Bosniya û Rûandayê yên li dijî jinan wek sûcên şer şîrove kirin. Cara yekemîn bû ku tiştekî wiha pêk dihat. 

Her wiha li her du welatên navborî kiryarên li dijî jinan wek “sûcê qirkirinê” hatin pejirandin. Lê belê ev her du mînak wek îstîsna mane û ev rewşa hanê bi tenê dikare çend dilopên wehşeta mezin a dîrokî derxe holê.

DI ROJA ÎROYÎN DE REWŞ ÇAWA YE?

Di roja îroyîn de li gorî gelek otorîteyan Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê navlênekirî dewam dike. Ev şer piştî sedsalekê dîsa ji aliyê hêzên hegemon ve ji bo parvekirina Rojhilata Navîn tê kirin û destpêka wî şerî jî şerê navxweyî yê Sûriyê tê nîşandan. Di vî şerî de bi şerên wekaletê jî hêzên paramîlîter jî derxistin qadê û awayê şer guherî. Hêzên hegemon Artêşa Azad “perwerde û bi çek kir” û piştre navê wê kirin “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ku nêzî 30 komên çete yên cîhadîst di nav de hene. Ji destpêka şer ve, van komên çete li gelek herêman dagirkeriya xwe di ser bedena jinan re pêk anî.

Sûcên ku van komên çete û dewleta Sûriyê lî dijî jinan pêk anîne, gihaştine asteke tirsnak. Şer hê jî li welêt dewam dike û ne pêkan e ku statîstîkên sûcên li dijî jinan bên girtin. Şerê çeteyên paramîlîter û rejîma Sûriyê her roj girantir dibe. Neteweyên Yekbûyî di 2018’an de raporek weşand û tê de diyar kir ku di şerê li welêt de tecawizî bi hezaran jin û zarokên keçîn kirine. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê heta Adara 2018’an kuştina 353 hezar û 900 kesî belge kir ku ji wan 106 hezar kes sivîl in. 56 hezar û 900 kesên winda ku tê diyarkirin ku piraniya wan mirine, ne daxilî van daneyan in. Li gorî saziyê ji sedî 40’î kesên hatine kuştin, jin û zarok in. Ji ber şer herî kêm 6,1 milyon kes di nava welat de ji warên xwe bûn û 5,6 milyon kes jî derketin derveyî welat. Sûriyên ku bûna koçber, nîvê wan jin in. Tê zanîn ku gelek jinên ku çûne welatên wekî Tirkiye, Lubnan û Urdinê, bi darê zorê fihûşê pê didin kirin an jî bi berdêla pere wek hevser têne firotin.

ŞENGAL

Şerê ku sed sal e li Rojhilata Navîn diqewime niha bi destê DAIŞ’ê û komên cîhadîst berdewam dike. Jinên Kurd li hemberî tevgereke ku bi pergalî civakê tune dike, berxwedaneke birêxistinî û bi pergalî bi pêş dixin. DAIŞ’a ku rasterast pergala baviksalar dixe meriyetê û bi destê dewletên mêtinger tê xwedîkirin, di Hezîrana 2014’an de Mûsil dagir kir. Piştre jî êrişî êzidiyên Kurd kir ku yek ji baweriyeke qedîm a Mezopotamyayê ne û Şengal dagir kirin. Piştî ku hêzên herêmî reviyan di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengal hat dagirkirin û li gundan mêr hatin gulebarankirin. Zarokên keçîn û jin dîl hatin girtin. Li gorî daneyên Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Dîl Hatine Girtin 7 hezar jin û zarokên keçîn ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Hê jî aqûbeta gelek jinên ku hatine revandin, nayê zanîn.

Ji bo rizgarkirina jinên êzidî ewilî şervanên YJA Star û HPG’ê hatin Şengalê. Jinên êzidî pergala xweparastinê bi pêş xist. Jinên êzidî di encama berxwedanê de Şengal ji DAIŞ’iyan rizgar kir. 

ROJAVA

Di şerê navxweyî yê Sûriyê de hêzên ku piştgirî neda rejîma antîdemokratîk a Sûriyê û hêzên derve, li Rojava şoreş pêk anî. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku hêza parastina cewherî ya jinan e û bi destê jinan hatiye avakirin, di 4’ê Nîsana 2013’an de hat damezirandin. Rêxistina cîhadîst a bi navê El-Nusra ku girêdayî El-Qaîdeyê bû, êrişî Rojava kir û di encama berxwedana hêzên parastina cewherî de ku YPJ jî di nav de cih digire, têk çû. DAIŞ’ê piştî Şengalê li hemberî Rojava êriş pêk anîn. DAIŞ’ê di cotmeha 2014’an de êrişî kantona Kobanê ya Rojava kir. Bi hezaran jin di nav refên xweparastinê yên YPJ’ê de cih digirin û van jinan li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê li hemberî DAIŞ’ê şer kir û di rizgarkirina van bajaran de rola xwe bi cih anî.

EFRÎN

Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî kantona Efrînê ya Rojava kir. Hemû cîhanê li vê êrişê temaşe kir. Dîmenên îşkenceya ku li cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê hatiye kirin li ser torên medyaya civakî dan temaşekirin. Wekî her car dîsa ewil jin hedef girtin. Gelek zarokên keçîn hatin revandin. Tecawizî jinan kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji sedî 30’ê binpêkirina mafan li hemberî jinan pêk hatiye û herî zêde jî zarokên keçîn bi binpêkirina mafan re rû bi rû man. Di raporê de hat gotin ku 50 jin cur bi cur hatine qetilkirin û her wiha 60 jin jî bi êrişên zayendî re rû bi rû mane.

SERÊKANIYÊ/GIRÊ SPÎ

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li hemberî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojava êriş dan destpêkirin. Di van êrişan de jî dîsa ewil jin hedef girtin. Di 12’ê Cotmehê de li ser rêya M4 hevseroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ji wesayîtê peya kirin û qetil kirin. Komên cîhadîst dîmenên sûcê mirovahiyê li ser hesabên xwe yên tora medyaya civakî parve kirin. 

Di dîmenan de derket holê ku di 24’ê Cotmehê de îşkence li cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Rênas kirine. Komên ku dîmenên îşkenceya li cenaze hatiye kirin, qeyd kirin û piştre bi rêya medyaya civakî belav kirin. Li bajarên ku hatine dagirkirin hê jî li hemberî jinan sûcên şer tên kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê li gundên Girê Spî gelek jin hatin revandin. Her wiha li van bajaran bi darê zorê çarşefên reş li jinan dikin.

Her wiha li gorî raporên mafên mirovan di 3 mehên dawîn de li Serêkaniyê 5 jinên Çeçen, 2 jinên Kurd û 23 jinên Ereb hatine revandin.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Jin bi hişmendiya ku azadiya wan azadiya civakê ye, divê xebatên xwe yên perwerdeyê bi pêş ve bibin. Bersiva pirsa “Divê çi bê kirin?” jî dîsa jin bi xwe didin.

* Divê bi serkêşiya saziyên jinan jin û mêr werin perwerdekirn, bi rêya akademî, sazî û dezgehên çapemeniyê, civînên gel, platformên nîqaşê hwd xwe bigihînin tevahiya civakê, nemaze jî zarokên keçîn.

* Divê bi awayekî hevpar û berfireh hişmendiya jinan a kesane û xweparastina giştî bê duristkirin.

* Divê jin tev li pêvajoyên muzakereyan bibin, ji ber ku divê bê zanîn ku di şer û pevçûnan de hêza ku di serî de tê qirkirin, jin in.

* Li deverên ku qirkirina jinan lê pêk hatiye, divê jin jî tev li pêvajoyên darizandina sûcên şer bibin.

* Li hemberî sûcên dijminên hevpar ên gelên cuda divê dozên hevpar bên vekirin.  

* Divê jin mekanîzmayên xwe yên xweparastinê di warên leşkerî, siyasî, sosyal, aborî hwd de ava bikin û bizanin ku zîhniyeta mêran û dewletên mêrserwer wan naparêzin.

ANHA