​​​​​​​Qeterê ji bo aramkirina rewşa Xezayê navbeynkarî di navbera Îsraîl û Hemasê kir

Diplomatê Qeterê Mihemed El-Îmadî îro got: "Ji bo kêmkirina rageşiyê li Xezayê, Doha navbeynkariyê di navbera Îsraîl û Hemasê de kir."

​​​​​​​Qeterê ji bo aramkirina rewşa Xezayê navbeynkarî di navbera Îsraîl û Hemasê kir
19 tebax, 2020   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Qeterê El-Îmadî wiha ragihand: "Qeterê di çend saetên borî de ji bo kêmkirina rageşiyê, gelek peywendî pêk anî. Peywendî bi hemû aliyan re di astekî bilind de hîna berdewam in."

Serokê komîteya Qeterê ya jinûveavakirina Xezayê El-Îmadî di daxuyaniyên berê de gotibû wî ji sala 2014`an ve zêdetirî 20 caran serdana Îsraîlê kiriye.

El-Îmadî demeke berê jî eşkere kiribû ku pereyên ku welatê wî dide gelê Filistînê, bi armanca dûrxistina Til Evîvê ji şerê bi Xezayê re ne. Her wiha piştrast kiribû ku hevkariya bi Îsraîlê re rê li pêşiya wê şerî digire.

Hêjayî gotinê ye ku di demên dawîn de rageşiya di navbera Îsraîlê û komên Filistînî de li Xezayê zêde bûbû.

(cx)