‘Bi berxwedana Heftanînê em ê bi ser bikevin’

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebö piştrast kir ku berxwedana şervanên Hêzên Parastina Gel li Heftanînê berxwedana serkeftina li dijî dewleta Tirk a faşîst e. Tevgera Ciwanan bang li hemû ciwanan kir ku asta tekoşînê bilind bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Heftanînê.

‘Bi berxwedana Heftanînê em ê bi ser bikevin’
20 tebax, 2020   07:03
HELEB- ARÊF SILÊMAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di 15’ê Tebaxê de dest bi pêngava `Em ê bi ser bikevin` kir û bang li hemû gel kir ku asta têkoşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker li tevahiya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin bikin.

Her wiha jinên ciwan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku armanca wan ji pêngavê mezinkirina berxwedanê li dijî dewleta faşîst a Tirk e, û pişgiriya berxwedana gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ye.

Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Bêrîvan Îbiş got: “Dewleta Tirk ji sûcên ku li herêmê pêk tîne dixwaze beşên din ji axa herêmê dagir bike. Dewleta Osmanî gelek herêmên  Kurdistanê dagir kirin û heta niha dagirkirina herêmên Sûriyê mîna Evrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din ên Sûriyê didomîne. Her wiha êrişî herêma Heftanîn dike.”

‘EM Ê DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN’

Bêrîvan di nav gotinên xwe de ev tişt piştrast kir: “Armanca pêngava `Em ê bi ser bikevin` piştgiriya berxwedana Heftenîn e. Ji ber ku dewleta Tirk a faşist dixwaze hebûn û mafê gelê Kurd tune bike. Loma me pêngava `Em ê bi ser bikevin` ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd û Heftanînê ya li dijî dagirkeriyê ragihand.”

Bêrîvanê dest nişan kir ku  tevgera ciwanan ji bo piştgiriya wê berxwedanê dê birêxistinkirin û xurt bikin çalakiyên xwe zêde bikin.

Li gel wê jî endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Sîlve Elî got: “Me pêngava `Em ê bi ser bikevin` ji bo berxwedana li hemberî dewleta dagirker a Tirk li tevahiya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin. Berxwedanan şervanên HPG`ê li Heftanînê dê li hemberî faşîzmê bi ser bikeve.”

‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE BERXWEDANA HEFTANÎNÊ’

Sîlve Elî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Heftenînê şermezar kirin û got: “Vîna gelê Kurd ji êriş û balafirên dewleta Tirk a faşîst bi hêztir e.”

Sîlve di dawiyê de bang li hemû ciwanan kir ku tev li pêngava `Em ê bi ser bikevin` bibin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vEPhqsQCfnY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>