Meclisa Rêveber a Herêma Firatê: Rûsya sozên xwe pêk neanî 

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên rojavayê Kobanê got: "Kîna dewleta Tirk dihêle ku tolê ji tecrûbeya demokratkî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilde."

Meclisa Rêveber a Herêma Firatê: Rûsya sozên xwe pêk neanî 
18 tebax, 2020   13:54
KOBANÊ

Tevî lihevkirinên girêdayî agirbesta li herêmê yên di navbera dewletên garantor de jî, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî gundên rojavayî kantona Kobanê zêde kirine û sivîlên ku di ser rêya M4 re derbas dibin, dikin hedef.

Girêdayî mijarê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li gel berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bandor li aliyê civakî, aborî û derûnî kir, dewleta Tirk û çeteyên wê hedefgirtina herêmên ewle û sivîlan didomînin.

Topbaranên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên rojavayê Kobanê, kîna li dijî tecrûbeya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi wê re jî armanc dike ku ewlehiya herêm û aramiya wê têk bibe. Hemû hêza xwe ji bo têkbirina vîna gelên ku ewlehiya xwe di tecrûbeya demokratîk de dîtine,  bi kar tîne. Di dîroka17.08.2020’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên li gundên nêzî rêya M4 hedef girt û gelek ji wan şehîd û birîndar bûn.

Em Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar dikin û bang dikin ku hember êrişên bênavber ên dewleta Tirk bi erkên xwe yên exlaqî li rabin. Her wiha em ji van sûcan Rûsyayê berpirsyar nîşan didin, ji ber ku li gorî peymana ku wê û dewleta Tirk a dagirker îmze kiriye tev nagere. Em ji bo parastina ewlehî û jiyana welatiyên herêmê li gorî peyaman tevdigerin."

(fr)

ANHA