Efganistanê 400 girtiyên Talîbanê berdan

Afganistanê îro ragihand ku 400 girtiyên tevgera Talîbanê berdane ku ew jî şertê bingehîn ê destpêkirina dan û standinên aştiyê di navbera her du aliyan de ye.

Efganistanê 400 girtiyên Talîbanê berdan
14 tebax, 2020   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran rûspiyên Efganistanê yên endamên Meclisa Mezin (Loya Jirga) hefteya borî li ser serbestberdana 400 girtiyên tevgera Talîban ku sûcên xeternak kirine, erê kir. Piştî 3 rojan ji nîqaşan, endamê meclisê Atîfa Teyib wiha got: "Ji bo derbaskirina astengiyên li pêşberî dan û standinên aştiyê, rawestandina kuştinê Loya Jirga li ser serbestberdana 400 girtiyên ku Talîbanê daxwaza wan kiriye, erê kir."

Ji aliyê xwe jî Abdullah Abdullah ê berpirsê hikumetê yê ji dan û standinan hatiye erkdarkirin, got dê dest bi dan û standinên aştiyê bikin.

(fr)