Yewnanistan: Divê Tirkiye tevgerên xwe rawestîne

Îro Yewnanistanê bang li dewleta Tirk kir ku tevgerên derqanûnî yên ku ewlehî û aramiya herêmê xirab dike, rawestîne. Her wiha diyar kir ku ev dibe sedema asta binlindbûna nakokiyên xeternak.

Yewnanistan: Divê Tirkiye tevgerên xwe rawestîne
10 tebax, 2020   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê bi daxuyaniyekê wiha diyar kir: "Tevgerên dewleta Tirk derqanûnî ne û nûnertiya bilindbûna xeteriyên nû ne, her wiha rola dewleta Tirk a tevliheviya aramî û gefên li aştiya herêmê eşkere dikin."

Wezaretê diyar kir ku Yewnanistan şantajan qebûl nake û dê parastina serwerî û hiqûqên serweriyê bike.

Şoreya deryayî ya dewaleta Tirk hin agahdarî derxistin û da zanîn ku dê keştiya girêdayî wê ya bi navê "Aruj Reis" xebatên lêkolîna erdhejî li rojhilatê Deryaya Spî di du hefteyên bê de pêk bîne.

(fr)

ANHA