‘Aliyên dixwazin DAIŞ bimîne, QSD`ê reş dikin’

Malbatên şehîdan da zanîn ku zarokên wan ji bo parastina erd û rûmeta xwe, xwe feda kirin û ne ji mafê kesî ye ku bi xerabî wan li ser wan biaxive. Her wiha destnîşan kirin ku yên hewl didin QSD`ê reş bikin, mayîndekirina çeteyên DAIŞ`ê armanc dikin.

‘Aliyên dixwazin DAIŞ bimîne, QSD`ê reş dikin’
10 tebax, 2020   06:52
QAMIŞLO- ŞIHAB EL-EHMED

Hin aliyên derve û hundir hewl didin fitneyê bixin navbera pêkhate û eşîrên Ereb ên herêmê û bi taybetî li herêmên rojhilatê Dêrazorê hewl didin armaniyê têk bibin. Nexasim piştî serkeftina tecrubeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekitiya gelên herêmê.

Bavê şehîd Nayif El-Nayif Mihemed El-Nayif ku ji gundê Xirnata yê rojhilat e û wiha da zanîn: "Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) zarokên me ne. Tu biyanî di nava wan de tune ne û ji ciwanên herêmê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêk tên. QSD, ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ`ê û komên cîhadîst li herêmê hate avakirin."

El-Nayif bi bîr xist ku dan û standina şervanên QSD`ê bi welatiyan re baş e û ji bo şerê çeteyên DAIŞ`ê û bermahiyên wê wekî şaneyên razayî yên li herêmê ku ji zêdetirî 135 welatan berê xwe dan herêmê, hate damezirandin.

El-Nayif got: "Zarokên me parastina rûmet û axa xwe kirin û xwe feda kirin. Mafê tu kesî tune ye ku bi xerabî li ser wan biaxive."

Têkildarî hemleyên reşkirina QSD`ê jî, El-Nayif got: "Aliyên ku dixwazin DAIŞ bimîne, van îdiyan belav dikin. Divê gel hevgirtî be."

Silêman Bedran El-Îbrahîm jî ku bavê şehîd Mihemed Silêman El-Îbrahîm e, wiha got: "Hêzên Sûriya Demokratîk parastina herêmê dikin. Hemû kesên cihê xwe di nava refên QSD`ê de digirin, ciwanên herêmê ne."

El-Îbrahîm piştrast kir ku heke zarokên wan parastina herêmê nekin, dê kî herêmê biparêze û diyar kir ku ew li dijî hemû aliyên ku dixwazin QSD`ê reş bikin.

(cx)

ANHA